Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin 2022-02-09 10:31:46     ÎZMÎR - Aktîvîstê aştiyê Yannis Vasilis Yaylali, di yekemîn salvegera êrişa Garê de axivî û diyar kir ku dewlet tu carî leşkerên dîlketî hezm nake û ev tişt got: "Ji bo ku ser êrişa binketî bigire dewletê dîlan yek bi yek înfaz kir."   Di ser êrişa Tirkiyeyê ya di 10'ê sibata 2021'an de li Garê pêk anî de salek derbas bû. Di êrişa de Artêşa Tirk 35 kîlometre derbasî hundirê sînorê Herêma Kurdistanê bû. Êrişê 4 rojan berdewam kir û di 14'ê sibata 2021'an de Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, derket pêşberî qamereyan û ragihand ku endamên îstixbaratê, leşker û polis jî di nav de 13 kesan kuştî dîtine. Piştre bi daxuyaniyên rayedaran derket holê ku kesên hatine kuştin leşker, polis û endamên îstixbaratê yên PKK'ê wan di navbera salên 2015 û 2016'an de dîl girtibûnin.    DAXUYANIYA PKK'Ê   Piştî êrişê de PKK'ê jî derbarê êrişê de daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrişên zêde yên bi ser wam de hatine hin leşker, polis û endamên îstixbaratê yên di destê wan de jiyana xwe ji dest dane. PKK'ê, derbarê armanca êrişê de jî got ku dewleta tirk ne bi armanca xelaskirina dîlên xwe ji bo îmhakirina wan êriş pêk aniye.    ÊRIŞ BERDEWAM IN   Piştî êrişa xwe ya li ser Garê Artêşa Tirk li dijî herêmên Metîna, Avaşîn ve Zap ên Herêma Kurdistanê dest bi êrişan kir. Êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê berdewam dikin. Herî dawî jî Artêşa Tirk êrişê Şengal û Mexmûrê kir. Di van êrişan de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.    Aktîvistê aştiyê Yannis Vasilis Yaylali ku di sala1994'an de dîl ket destê PKK'ê û piştî 2 sal û nîvan hat berdan, derbarê salvegera yekemîn a êrişa Garê de axivî.    'HATIN ÎNFAZKIRIN'   Yannis Vasilis Yaylali, diyar kir ku Artêşa Tirk jibo kontrolkirina Garê û fermandarekî paye bilind ê PKK'ê bigire êrişê pêk aniye û wiha got: "Lê rexmî ku bi dehan hêzên taybet li 12 deverên cuda yên kampê hatin danîn jî êriş ne bi serkeftî bi dawî bû. Ji bo sergirtina vê dîlên ku sax hatin girtin yek bi yek înfaz kirin. Yanî gihîştin armanca xwe. Kes jî nabêjê, "Çi bû ji van leşkeran?" , "Rexmî ewqas hêz çima ewqas bombebaran hat kirin?". Ev têkçûna têkçûnê ye. Min dîlan dişopand û li ser tiştên ku dewlet li dijî wan bike nivîs nivîsand. Hêvî dikim alî ji vê ders bigirin."   MA / Tolga Guney