Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin 2022-02-09 10:16:11   AMED - Xelkê Amedê diyar kir ku ew bi parlamentera xwe Semra Guzel re ne û gotin ku ne Guzel lê bila ew kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re derketin holê bên darizandin.    Çapemeniya nêzî AKP’ê, wêneyên parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ên di sala 2014’an de kişandibûn kiribûn rojev û Guzel hedef nîşan dabûn. Bi parvekirina wêneyan re, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” derheqê Guzel de fezleke amade kir. Piştre jî ji bo rakirina destnedayîna Guzel li meclisê Komîsyona Amadekar a Meclisê hat avakirin û di civîna 3’yê sibatê de endamên AKP û CHP’iyan ji bo “Rakirina destnedayînê” dengê “erê” dan. Li ser vê yekê, komîsyonê jî rapora xwe amade kir û duh ev rapor ji Komîsyona Têkel re şand.   Xelkê Amedê derheqê hewldana rakirina destnedayîna Guzel û darizandina wê dan. Li gel desthilatdariyê, her wiha xelk bertekan nîşanî partiyên muxalefetê jî didin û dibêjin ku her du jî xwedî heman ferasetê ne. Xelkê Amedê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    JI KOLANAN BERTEK HENE   Ji welatiyan Mehmet Baran diyar kir ku biryara rakirina destnedayînê biryareke şaş e. Baran, helwesta CHP’ê ya di mijara Guzel de bi bîr xist û bal kişand ser piştgiriya gelê kurd a di hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya sala 2019’an. Baran got ku CHP dixwaze “Kurdan bi kar bîne” û wiha domand: “Heke CHP bibe desthilatdar, dê HDP’ê ji bîr bike. Bi vê zîhniyeta heyî re kesek dê CHP’ê neke desthilatdar.”    ‘HETA NIHA LI KU BÛN?’   Ramazan Karakupa jî got ku AKP nikare welêt birêve bibe û wiha dom kir: “Li Amedê hejmara kesên ku dê deng nedin AKP’ê her roj zêdetir dibe. Bi rakirina destnedayînê re çav berdane mafê hilbijartinê. Ev, ne çareserî ye. Xelk, roj bi roj xizantir dibe.” Ahmet Şahîn jî bal kişand ser wêneyên Guzel û ev pirs kirin “Gelo ev 5 sal in li ku bûn? Çima ne wê rojê lê îro xistin rojevê?” Şahîn di heman demê de bertek nîşanî helwesta muxalefetê da.    ‘NE DESTHILATDARÎ Û NE JÎ MUXALEFET JIDIL NÎNIN’   Têkildarî mijarê Velat Îpek jî anî ziman ku ji wêneyên Guzel mebest ew e ku bibin rojev û wiha pê de çû: “Ne desthilatdarî û ne jî partiyên muxalefetê li dijî kurdan ne jidil in. Di serî de Erdogan digot; ‘pirsgirêka kurd, pirsgirêka min e.’ Niha jî CHP heman tiştan dibêje. Lê beriya kurdan nikarin tu tiştekî bikin. Ez ê dengê xwe dîsa bidim kurdan. Heke em bêpartî bimînin jî em ê dengê xwe nedin wan.”   ‘KÎ DEVÊ XWE VEKE TÊ DARIZANDIN’   Welatiyê bi navê Salih Kizil jî nerazîbûna xwe nîşanî rakirina destnedayîna Guzel da û wiha got: “Gelo ev wêne kengî hatine kişandin? Ya ku dikin ev e; dipijînin û diavêjin pêşiya me. Jixwe tiştek ji aboriya Tirkyeyê nemaye. Hebûna xwe li ser kurdan dimeşînin. Nabe ku destnedayîna kesên ji hêla gel ve hatine hilbijartin bên rakirin. Kî devê xwe veke tê darizandin. Ji ber pergala serokomariyê êdî pir bi hêsanî parlamenteran didarizînin.”    ‘CHP HER WEKÎ XWE YE’   Osman Taşkin jî helwesta CHP’ê rexne kir û sepanên heyî wekî zilmê pênase kir. Taşkin anî ziman ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê nedin wan. Welatî Ahmet Çakil jî ji nêzikatiya desthilatdariyê zêdetir li hemberî helwesta muxalefetê nerazî bû û ev tişt anî ziman: “CHP her wekî xwe ye. Hilbijartin nêz e. Heke CHP bixwaze bixwaze mafên kurdan bide, wê demê neçare ku Amedê bibîne.”    ‘DÊ EW BIÇIN LÊ KURD DÊ HER BIMÎNIN’    Derheqê mijarê de welatiyê bi navê Bakî Çam jî nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Dema mijar dibe kurd, tu sînorek ji bêhiqûqiyê re nîne. Ev biryar, biryareke siyasî ye. Guzel, ev wêne di pêvajoya çareseriyê de kişandibûn. AKP’ê xwest di demên berê de kurdan bixapîne û pêvajoya çareseriyê derket holê. Lê dît ku bi Îmrali û HDP’ê nikare lewma dîsa ev pêvajo da destpêkirin. Heke Semra biçe, Bakî heye. Bakî biçe, Elî heye. Rêya çareseriyê demokrasî û biratiya gelan e. Ew ê biçin lê dê gelê kurd her li ser pêyan be.”    ‘DIXWAZIN KURDAN BÊDENG BIKIN’   Welatî Fatîh Sîpçîk jî hevdîtinên di dema “pêvajoya çareseriyê” de bi bîr xist û wiha debirî: “Kurd bi vê polîtîkaya erzan nexapiyan û dê nexapin jî. Gelo ew ji bo wêneyên parlamenterên AKP’î yên bi endamên cemaeta Gulen re çi dibêjin? Ji ewil bila li parlamenterên xwe binêrin. Armanca wan ji vê hewldanê ew e ku HDP’ê bigirin û gelê kurd bêdeng bihêlin. Lê kurd dê tu carî bêdeng nebin. Em piştgiriyê didin parlamentera xwe Guzel. Her wiha li gorî min hişmendiya CHP’ê ji ya AKP’ê cudatir nîne.”    WÊNEYÊN BI DAIŞ’IYAN RE   Îlyas Baran jî bi bîr xist ku wêneyên kesên nêzî Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi DAIŞ’iyan re hene û wiha got: “Heke niyeta wan darizandina rabûrdiya mirovan be, wê demê bila ji ewil rabûrdiya xwe bidarizînin. Wêneyê kurê wî (Bîlal Erdogan) bi serokê DAIŞ’ê re hene. Gelo çima wî nadarizîne? Dema kurdek tiştekî dike, demildest dikin hedef. Erê baş e lê pergal ka ne ye? Pereyên hatine dizîn li ku ne? 128 milyar dolar ki ku ne? Ji ewil tu hesabê van kiryarên xwe bide. Li vî welatî edalet nîne.”    MA / Ceylan Şahînlî - Mehmet Guleş