Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin 2022-02-09 09:02:45 STENBOL - Berteka herî mezin a li dijî komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" bû.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji bo nasname û azadiya gelê kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û ji bo zemînek aştiyane her tim hewl da û afirand. Ocalan, di vê çarçoveyê de di 1993, 1995 û 1998'an de agirbest ragihandin, lê dewletê xwe neda ber van agirbestan. Dewletê bereksê van hewldanên aştiyane tevgeriya û daxilî nav komployeke navdewletî bû. Ocalan di çarçoveya vê komploya navdewletî de, di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê çaxê heya niha bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Lê tevî hemû şert û mercên vê tecrîda girankirî hê jî di aştî û çareseriyê de israr dike.    GEL XWEDÎ LI OCALAN DERKET   Di ser komploya navdewletî ya li hemberî Ocalan û gelê kurd re 23 sal derbas bûn. Di vî 23 salî de, ji bo şermezarkirina komploya li hemberî Ocalan bi sedan çalakî hatin lidarxistin. Ev têkoşîna kurdan a li çar perçeyên welêt û seranserê cîhanê, komploya navdewletî pûç kir. Ji bo azadiya Ocalan û dijî komployê bi beşdarbûna bi milyonan kesî çalakî û serhildan çêbûn. Ev çalakiyên ku gava Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin dest pê kirin, her çûn zêde bûn.    ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'   Çalakiya ewil, bi dirûşmeya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" bû. Ê ku çalakiya ewilî li dar xist jî Mehmet Halît Oral bû. Oral, di şeva 9'ê Cotmeha 1998'an de li Mereşê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da. Ev çalakiya ewil paşê li hemû deverên ku kurd lê dijîn belav bû. Di van çalakiyan de ku li girtîgehan dest pê kirin û paşê li gelek bajaran û welatan belav bûn, di ser 100'î re mirov agir bi bedena xwe xistin. Bi çalakiyên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" re çalakiyên mezin ên gel dest pê kirin.    ‘PIR BI HÊRS IM'   Oral, berî çalakiya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" li dar bixe nameyek nivîsîbû û di wê nameya xwe de gotibû: "Hêrsa min, kerba min û tola min mezin e. Lê di zindanê de, nikarim vê yekê verêşim ser dijmin. Ez dixwazim bi vê çalakiya xwe, careke din girêdana xwe ya ji bo we nîşan bidim. Ez negiham wê şeref û rûmetê ku we bibînim. Lê min tim û tim we di dilê xwe de his dikir. Bê guman wê ev çalakiya min nikaribe bike ku TC paş de gav bavêje. Lê wê vî tiştî baş bibînin; ger bi qasî serê derziyê jî zirar bigihê we, dê gelê me cîhanê li wan bike zindan. Ji lew re îro ro cîhan behsa me dike û me bi tiştekî dihesibîne. Ev jî encama wê ked û hewldana we ya mezin e."    ‘CEWHERA ÊRIŞAN EV E'   Mehmet Aydin jî ku di 13'ê Mijdara 1998'an de li Çanakkaleyê di girtîgehê de agir berdana bedena xwe û jiyana xwe ji dest da, li dû xwe ev nîşe hiştibû: "Ji 9'ê Cotmehê heya niha lê fikirîm ku kêliyek bêyî Apo ji bo PKK'ê, ji bo me çi ye? Encamên ku ez giham wan pir xeternak in. Hêzên tarî ji ber ku baş bi vê dizanin, lewma berê xwe didin we. Hûn yekîtiya me, sedema hebûna me, hinceta hebûna me ne. Cewhera tevahiya êrişan ev e."    ÇALAKIYA LI RÛSYAYÊ   Çalakiya li Rûsyayê ya li dijî komploya li dijî Ocalan, li seranserê cîhanê olan da. Remzî Akkûş (Jêhat) û Ahmet Yildirim (Taylan) di şeva 17'ê Mijdara 1998'an de li paytexta Rûsyayê Moskovayê li ber parlementoyê agir bi bedena xwe xistin. Ev çalakiya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" di çapemeniya cîhanê de olan da.    DU JINÊN AGIR BERDANA BEDENA XWE   Di çarçoveya çalakiyên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" de Selamet Menteş û Aynûr Artan li Girtîgeha Midyadê di şeva 23'yê Cotmeha 1998'an de agir bi bedena xwe xistin. Selamet Menteş li girtîgehê, Aynûr Artan jî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Menteş û Artan li dû xwe ev nîşe hiştin: "Parastina rêbertiyê; xwe bi fêmkirin xwe pêkan e. Parastina rêbertiyê; bi yekdengî û yekbedenî pêkan e. Parastina rêbertiyê; bi alavên azad pêkan e."    OCALAN ÎTIRAZ KIR   Piştî ku ev çalakî berbelav bûn, Ocalan di 19'ê Mijdara 1998'an de got: "Di demên dawî de çalakiyên xweşewitandinê didomin. Gelek hevalên me yên hêja agir bi bedena xwe xistin. Bi taybetî li Romaya ku bi dilgermî nêzî gelê me dibe, ji bo vê çalakiyê cardin bang dikim û dixwazim demildest dawî li van çalakiyên xweşewitandinê bên. Ez vê pevgirandin û egîdiya ji bo me ji dil û can silav dikim. Lê kesên bi rastî jî girêdayî me ne divê ji niha û pê ve qethiyen serî li çalakiyên wiha nedin û demildest dawî li van çalakiyan bînin. Ez vê wekî talîmatekê diyar dikim."    HATÎCE FALAY A 55 SALÎ   Hatîce Falay a 55 salî ya ji Êlihê, li mala xwe ya li navçeya Bagcilar a Stenbolê bi berzkirina dirûşmeya "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" ji bo azadiya Ocalan agir bi bedena xwe xist.    ELEFTERYA FORTÛLAKÎ   Dayika du zarokan Elefterya Fortûlakî ya ji bajarê Atîna yê Yûnanîstanê ji bo zextên li ser Ocalan protesto bike tevli nav kerwana çalakgerên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" bû.    63 KESAN AGIR BERDAN BEDENA XWE   Gava Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, di hefteya ewil de Zehra Çelîk a 11 salî jî di nav de 63 kesan agir bi bedena xwe xist û komploya navdewletî protesto kirin.    ENDAMA RÛMETÊ YA MLSPB'Ê SERPÎL POLAT   Endama Rûmetê ya Yekîtiya Propagandaya Çekdar a Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat li Girtîgeha Sakaryayê di 17'ê Sibata 1999'an de agir bi bedena xwe xist û di nameya li dû xwe hişt de ev tişt gotin: "Ez êrişên emperyalîzmê yên di şexsê Rêberê Şoreşger Abdullah Ocalan de li ser gelan û bi taybetî li ser gelê kurd tên kirin şermezar dikim, dibêjim Ocalan nayê darizandin û bi agirê bedena xwe mezinatiya hêrsa xwe vedirêşim ser dijmin."    Di havîna 2000'î de jî nûçegihanê Ozgur Halkê, xwendekarê Fakulteya Perwerdehiyê ya Sêrtê ya Zanîngeha Dîcleyê Mahmût Yenerê 21 salî, Nûnera Ozgur Halkê ya Amedê Nesrîn Teke û nûçegihanê Ozgur Halkê yê Îzmîrê Esen Aslan agir bi bedena xwe xistin û jiyana xwe ji dest dan.    VÎYAN SORAN   Li Heftenînê jî Vîyan Soran (Leyla Walî Hesen) di 2'yê Sibata 2006'an de agir bi bedena xwe xist û bû yek ji sembolên çalakiyên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin". Soran li dû xwe nameyek hişt û di nameya xwe de ev tişt gotin: "Dibe ku hûn min rexne bikin ji ber vê çalakiya min. An jî dibe ku Rêber Apo çalakiyek bi vî rengî qebûl neke. Lê di her şeva 15'ê Sibatê de dilê min bi yê heval Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Berîvan, Ronahî, Rahşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran hevrêyên min ên şehîd re hildavêje. Ew dirûşmeya wan a 'Bijî Serok Apo' tim li nav dilê min berz dibe. Dibe ku hûn vê çalakiyê qebûl nekin û rexne bikin. Lê em ji we fêr bûn ku azadî bê bedêl nabe."    CARDIN DEST PÊ KIR   Gelê kurd bi van çalakiyan û berxwedana xwe li dor Ocalan bû xelek û hewl da tecrîdê bi dawî bike. Lê di sala 2007'an de komploya li dijî Ocalan cardin dewam kir. Piştî xebera "Ocalan jehrî bû" ji Îmraliyê hat, çalakiyên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" cardin dest pê kirin.    EVRÎM DEMÎR Û NAZELÎN KORKÛT   Di çarçoveya çalakiyên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" de li navçeya Kopê ya Mûşê di 18'ê Tîrmeha 2011'an de Evrîm Demîr a 18 salî û di şeva 15'ê Sibata 2018'an de li navçeya Konak a Îzmîrê Nazelîn Korkût a 21 salî ji bo komployê şermezar bikin agir bi bedena xwe xistin.    NIRXANDINA OCALAN   Piştî li Semsûrê xwendekarê Lîseya Fenê ya Semsûrê Ebû Muslum Dogan ê 18 salî yê ji Meletiyê di salevgera komployê de agir bi bedena xwe xist, Ocalan bi rêya parêzerên xwe ev tişt ragihandin: "Dixwazim têkildarî hevalê ciwan ê ji Meletiyê Ebû Muslum Dogan ê agir bi bedena xwe xist çend tiştan bibêjim. Min berê kurdbûna Meletiyê rexne kiribû. Min bi awayekî tund rexne kiribû. Lê dixwazin di şexê vî hevalê ciwan û Zeynep Kinaciyê de nirxandinek nû bikim. Ev rûmeta kurdbûna Meletiyê ne. Ez bi xwe jî xwe li ber van hevalan qels û pir xwedî berprisiyar his dikim. Berê min dengê Zeynep Kinaciyê bihîstibû. Bi ya min divê li Meletiyê ji bo van hevalan bîrdariyek bê çêkirin. Kurdên Meletiyê divê xwedî li bîranîna van hevalan û kesayetiya wan a bilind derkeve."    ÊN JIYANA XWE JI DEST DAN   Mehmet Halî Oral: Di 9'ê Cotmeha 1998'an de li Mereşê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mehmet Gul: Di 19'ê Cotmeha 1998'an de li Manîsayê di girtîgehê de aagir bi bedena xwe xist. Gul, di 27'ê Cotmeha 1998'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Bulent Bayram: Di 21'ê Cotmeha 1998'an de li Semsûrê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Alî Aydin: Di 21'ê Cotmeha 1998'an de li Bartinê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Hesen Îsa Hesen: Di 22'yê Cotmeha 1998'an de li Qamişloyê agir bi bedena xwe xist. Hesen di 25'ê Cotmeha 1998'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Selamet Menteş: Di 23'yê Cotmeha 1998'an de li Midyadê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Aynûr Artan (Rotînda): Di 23'yê Cotmeha 1998'an de li Midyadê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mîrze Sevîmlî: Di 26'ê Cotmeha 1998'an de li Erziromê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Berzan Ozturk (Mûrat): Di 1'ê Mijdara 1998'an de li bajarê Stammheîm ê Almanyayê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist. Ozturk di 4'ê Çileya 1999'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Mehmet  Aydin: Di 13'ê Mijdara 1998'an de li Çanakkaleyê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Erdal Çeçen: Di 14'ê Mijdara 1998'an de li Midyadê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Kadrî Îlhan: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li li Sêrtê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Adnan Karataş: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Mêrdînê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Ahmet Yildirim: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Moskovayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Remzî Akkûş: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Moskovayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Emrûllah Damlaci (Seyîd Bayram): Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Dêrikê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Cemîl Ozalp: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Amedê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mîrza Çûbûkçû: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Êlihê di girtîgehê de piştî rojiya mirinê jiyana xwe ji dest da.    Yavûz Guzel: Di 30'yê Mijdara 1998'an de li Bartinê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Hatîce Falay: Di 13'ê Kanûna 1998'an de li navçeya Bagcilar a Stenbolê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Taylan Ozgur Kahraman: Di 21'ê Kanûna 1998'an de li Almanyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Kahraman Denlî: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Amedê li ser sûrên li hemberî Ordûeviyê bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" agir bi bedena xwe xist. Denlî, piştî 10 rojan li Nexweşxaneya Nûmûne ya Edeneyê jiyana xwe ji dest da.    Serpîş Polat: Di 17'ê Sibata 1998'an de li Sakaryayê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mûrat Yeşîlgoz: Di 8'ê Tebaxa 1999'an de li Amasyayê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Yavûz Guzel: Di 30'yê Mijdara 1999'an de li Bartinê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Hukmiye Seyhan (Rûken Berîtan): Di 23'yê Kanûna 1999'an de li Rûsyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mahmût Yener: Di 22'yê Hezîrana 2000'î de li Amedê agir berdan bedena xwe û di 8'ê Tîrmeha 2000'î de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Nesrîn Teke: Di 9'ê Tîrmeha 2000'î de li Amedê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Esen Aslan: Di 3'yê Tebaxa 2000'î de li Îzmîrê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Erdogan Kahraman (Yekta): Di 28'ê Adara 2004'an de li Qamişloyê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Serdar Arî: Di 25'ê Cotmeha 2005'an de li Îzmîrê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Fatoş Saglamgoz (Sema): Di 11'ê Mijdara 2003'ayna de li Qada Gûstaf Adolf a bajarê Goteborg a Swêdê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Aynûr Yaşli: Di 30'yê Adara 2006'an de li Antalyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Leyla Walî Hasan (Viyan Soran): Di 1'ê Sibata 2006'an de li herêma Heftanînê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Veysî Kaya: Di 28'ê Sibata 2006'an de li Edeneyê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Elefteriya Fortûlakî: Di 24'ê Adara 2006'an de li paytexta Yûnanîstanê Atînayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Ebû Muslum Dogan: Di 15'ê Sibata 20210'an de li Semsûrê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mûstafa Malçok: Di 15'ê Sibata 2011'an de li Amedê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Evrîm Demîr: Di 14'ê Tîrmeha 2011'an de li navçeya Kop a Mûşê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Firat Îzgîn: Di 12'ê Kanûna 2011'an de li navçeya Midyad a Mêrdînê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mehmet Şerîf  Sakali: Di 4'ê Hezîrana 2012'an de li navçeya Mûdanya ya Bûrsayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mehmet Yalçin: Di 1'ê Tebaxa 2012'an de li ber Edliyeya Qoserê ya Mêrdînê    Serdal Yektaş: Di 9'ê Cotmeha 2012'an de li Rihayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Abdûlkadîr Atîlla: Di 11'ê Adara 2012'an de li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mahsûn Ozen: Di 22'yê Kanûna 2012'an de li Îzmîrê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Hadîka Dogrû (Hêvîdar Serhed): Di 15'ê Sibata 2016'an de li Kobanê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Nazelîn Korkût: Di 14'ê Sibata 2018'an de li Îzmîrê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Umît  Acar: Di 27'ê Îlona 2018'an de li bajarê Munîh ê Almanyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Yonca  Akici: Di 9'ê Adara 2019'an de li Şakranê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Zulkuf Gezen: Di 17'ê Adara 2019'an de li Tekirdagê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Ûgûr Şakar: Di 22'yê Adara 2019'an de li bajarê Krefeld ê Almanyayê agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Ayten Beçet: Di 23'yê Adara 2019'an de li Gebzeyê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Zehra Saglam: Di 24'ê Adara 2019'an de li Otlûyê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Medya  Çinar: Di 25'ê Adara 2019'an de li Mêrdînê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Sîraç Yuksek: Di 2'yê Nîsana 2019'an de li Osmaniyeyê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.   Mahsûm Pamay: Di 5'ê Nîsana 2019'an de li Xarpêtê di girtîgehê de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.    ÊN BIRÎNDAR BÛN   Mûrat Kaya: Di 18'ê Cotmeha 1998'an de li Bartinê di girtîgehê de,   Meral Kaşotûracak: Di 20'ê Cotmeha 1998'an de li Çanakkaleyê di girtîgehê de,   Îsmet Înanç: Di 22'yê Cotmeha 1998'an de li Yozgatê di girtîgehê de,   Fetah Karataş: Di 22'yê Cotmeha 1998'an de li Amedê,    Mehmet Bagiran: Di 23'yê Cotmeha 1998'an de li Elbîstanê di girtîgehê de,   Cennet Guneş: di 24'ê Cotmeha 1998'an de li Dîlokê di girtîgehê de,   Seyrî Îpek: Di 24'ê Cotmeha 1998'an de li Sakaryayê di girtîgehê de,   Aysel Ceylan: Di 24'ê Cotmeha 1998'an de li Sakaryayê di girtîgehê de,   Samet Okay: Di 24'ê Cotmeha 1998'an de li Konyayê di girtîgehê de,   Muslum Mûhammet: Di 26'ê Cotmeha 1998'an de li Dîlokê di girtîgehê de,   Kenan Karahasanoglû: Di 26'ê Cotmeha 1998'an de li Erziromê di girtîgehê de,   Abbas Sertkaya: Di 14'ê Mijdara 1998'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,   Îsmet Akay: Di 14'ê Mijdara 1998'an de li Semsûrê di girtîgehê de,   Muhyettîn Sevîmlî: Di 15'ê Mijdara 1998'an de li Amedê di girtîgehê de,   Omer Şen: Di 15'ê Mijdara 1998'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,   Adanan Ozcan: 15'ê Mijdara 1998'an li Bûrsayê di girtîgehê de,   Siracettîn Hassas: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Bûrsayê di girtîgehê de,   Ramazan Malkoç: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,   Azîme Înan: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Êlihê di girtîgehê de,   Remziye Zengîn: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Êlihê di girtîgehê de,   Îdrîs Başaran: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Ceyhanê di girtîgehê de,   Hanîfî Kûzû: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Sêrtê di girtîgehê de,   Hamdûllah Daşçi: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Mêrsînê di girtîgehê de,   Alî  Erbek: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Mêrdînê di girtîgehê de,   Mûstafa Şahîn: Di 16'ê Mijdara 1998'an de li Semsûrê,    Mehmet Tûrgay: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Konyayê di girtîgehê de,   Zeynî  Arap: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Dîlokê di girtîgehê de,   Ramazan  Adibellî: Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Konyayê di girtîgehê de,   Suleyman Gultekîn: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Trabzonê di girtîgehê de,   Seyît Bayram: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Dêrikê,    Zulkîf Yilmaz: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li paytexta Îtalyayê Romayê,    Fethiye  Abdûllah: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Meletiyê di girtîgehê de,   Osman Tînît: Di 18'ê Mijdara 1998'an de li Meletiyê di girtîgehê de,   Fazil  Suluk: Di 19'ê Kanûna 1998'an de li Dîlokêdi girtîgehê de,   Halîl  Akinci: Di 19'ê Mijdara 1998'an de li Bûrsayê di girtîgehê de,   Cengîz  Kaya: Di 19'ê Mijdara 1998'an de li Agiriyê di girtîgehê de,   Zehra Rizgar: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Îranê li herêma kurdan,    Nurî Acar: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Ordûyê di girtîgehê de,   Cemîl  Ozalp: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Amedê,    Mîrza Çûbûkçû: Di 27'ê Mijdara 1998'an de li Êlihê di girtîgehê de,   Hasan Taşkin: Di 3'yê Kanûna 1998'an de li Almanyayê,    Cîhat  Şêxo: Di 10'ê Kanûna 1998'an de li Qibrisê,    Takîbe  Gultekîn: Di 12'ê Kanûna 1998'an de li Sêwazê di girtîgehê de,   Gulîstan Taş: Di 16'ê Kanûna 1998'an de li Êlihê,    Mûyettîn  Işik: Di 24'ê Kanûna 1998'an de li Dîlokê,   Mazlûm Oncel: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Amedê di girtîgehê de,   Ramazan Atabay: Di 5'ê Sibata 1999'an de li Sêrtê di girtîgehê de,   Bîlal Ekîncî: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Amedê di girtîgehê de,   Arzû Demîralp: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Êlihê di girtîgehê de,   Yahya Fîgan: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,   Nûrhak Polat: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,   Bayram  Kaymaz: Di 16'ê Sibata 1999'an de li Nazîllîyê di girtîgehê de,   Veysel  Çinar: Di 17'ê Sibata 1999'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,   Huseyîn Çig: Di 18'ê Sibata 1999'an de li Mereşê di girtîgehê de,   Mûrat Coşkûn: Di 18'ê Sibata 1999'an de li Ceyhanê di girtîgehê de,   Ahmet Tep: Di 18'ê Sibata 1999'an de li Semsûrê di girtîgehê de,   Bengîn  Kûrt: Di 19'ê Sibata 1999'an de li Ceyhanê di girtîgehê de,    Çîgdem Dûman: Di 22'yê Sibata 1999'an de li Elbîstanê di girtîgehê de,    Pîro Ecer: Di 22'yê Sibata 1999'an de li Mêrsînê,    Bulent Akman: Di 25'ê Sibata 1999'an de li Erziromê di girtîgehê de,   Kenan  Camelan: Di 3'yê Adara 1999'an de li Yûnanîstanê,   Nukhet Noyan: Di 29'ê Hezîrana 1999'an de li Stenbolê,   Oktay Guvenç: Di 14'ê Tebaxa 1999'an de li Bayrampaşayê di girtîgehê de,    Bedriye Yildiz: Di 23'yê Cotmeha 1999'an de li Gebzeyê di girtîgehê de,   Resûl Aslan: Di 27'ê Kanûna 1999'an de li Umraniyeyê di girtîgehê de,    Halîl Goneylî: Di 27'ê Kanûna 1999'an de li Umraniyayê di girtîgehê de çalakiyek li dar xist û birîndar bû.    MA / Esra Solîn Dal