Malbatên Pirsûsê: Ne heyeta dadgehê, divê feraset biguhere 2022-02-08 17:24:14   STENBOL - Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, têkildarî guherandina heyeta dadgehê ya doza komkujiyê got: "Ne heyet, divê feraseta ku 33 rêwiyên me yên nemir wekî  terorîst îlan kir, biguhere."    Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, têkildarî heyeta dadgehê ya ku dev ji doza Îlham Balli û Denîz Buyukçelebî yên ku dosyeyên wan hatin tefrîkirin berda daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku daxwaza malbatan a ji bo redkirina dadger ji nedîtî ve tê û ev tişt hatin gotin: "Tevî hemû kêmasiyên di dosyeyê de jî heyetê darizandina di warê bersûciyê de qedand û dev ji dozê berda. Heyeta nû, dê xwe nede ber berprisiyariya darizandina berê û heyeta biryar daye jî ji ber ku dev ji dosyeyê berdaye, xwe ji vê berprisiyariyê xalî kir. Em vê lîstika ku ji bo hemû berpirsên komkujiyê neyên aşkerekirin hat lîstin qebûl nakin. Ji bo di komkujiya Pirsûsê de darizandinek adil bê kirin, ne heyet divê feraseta ku 33 rêwiyên me yên xeyalan ên di komkujiyê de nemir bûne wekî terorîst îlan kir biguhere. Heya hemû ku kesên tiliya wan di komkujiyê de hene  neyên darizandin em ê dev ji doza xwe ya ji bo edaletê bernedin."