Malbatên girtiyan ji ber zarokên xwe bifikar in 2022-02-08 15:56:53   AMED - Malbatên girtiyan ev 85 roj in li Amedê çalakiya Nobeta Edaletê digirin. Malbatên girtiyan diyar kirin ku ji ber zarokên xwe bifikarin û xwestin ku zarokên wan bên berdan.    Malbatên girtiyan ji bo ku girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê dîsa jî nayên berdan û girtiyên nexweş werin berdan, li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan 85 roj li pey xwe hişt. Tevî hewayê sar jî malbatên girtiyan çalakiya xwe biisrar didomînin.    Yek ji xizmên girtiyên nexweş Hasîna Guler di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo edalet, aştî û girtiyên nexweş, 85 roj in nobetê digirin. Guler wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em naxwazin êdî ji girtîgeha darbest derkevin. Di vê pêvajoyê de cenazeyê 9 girtiyan ji girtîgehan derket. Hevjînê min pîr e û nexweş e. 3 caran ji dilê xwe anjiyo bûye. Çavên wî hatine emeliyatkirin. Du sal berê dema ez çûm serdana wî, li ser kursiyê biteker anîn hevdîtinê. Bila girtiyên nexweş bên berdan.”    Dayika Ciwan Boltan ku nexweşê giran e Nazîme Boltan jî da zanîn ku zarokên wan nayên dermankirin ev bang kir: “Êdî dengê me bibihîzin.”    Ji xizmên girtiyan Nûray Abay jî got ku ji bo girtiyên nexweş fikarên wan hene.