Li Wanê bangî Wezareta Edaletê kirin: Guh bidin dengê malbatan 2022-02-08 15:44:40   WAN - Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay çû serdana malbatên girtiyan ku li Baroya Wanê di çalakiya Nobeta Edaletê de ne. Gunay di serdanê de bang li Wezareta Edaletê kir û got: “Guh bidin dengê malbatan.”    Ji bo ku girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê hêj nehatine berdan û girtiyên nexweş bên berdan, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiyê du meh li pey xwe hişt. Îro jî Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û rêveberên Rêxistina Navçeyê Serayê ya HDP’ê çûn serdana malbatan.     ‘JI BILÎ TÊKOŞÎNÊ TU RÊYEKE DIN NÎNE’   Di serdanê de Hevserokê HDP’ê yê Serayê Seyfettîn Ozsoy axivî û got ku li girtîgehan binpêkirinên mezin hene. Ozsoy da zanîn ku ew piştgiriyê didin malbatan û wiha domand: “Di serî de Aysel Tugluk, divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Heke em xwedî li vê çalakiyê derkevin û dengê xwe derxînin, wê demê em ê bikarin vê neheqiyê ji hemû dinyayê re vebêjin. Tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin û em vê derhiqûqiyê şermezar dikin. Ji bilî mezinkirina têkoşînê tu rêyeke me ya din nîne.”    BANG LI WEZARETA EDALETÊ KIR   Her wiha Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet nîne û girtîgeh veguherîne cihên mirinê. Gunay, axaftina xwe wiha qedand: “Hemû hevalên me yên li girtîgehê li ber xwe didin. Malbatên wan jî li derve li ber xwe didin. Daxwazên dayikan, her wiha daxwazên me jî ne. Em van binpêkirinan qebûl nakin û dê li dijî wan têbikoşîn. Banga me ji bo Wezareta Edaletê ye; guh bidin dengê malbatan, dawiya vê polîtîkaya îşkenceyê bînin û girtiyên nexweş berdin.”