Şandeya ku di Doza Pirsûsê de biryar dabû xwe ji dozê vekişand 2022-02-08 15:29:28   RIHA - Di Doza Komkujiya Kobanê de tenê Yakup Şahîn tê darizandin. Şandeya Dadgehê ya Doza Komkujiya Pirsûsê ku 34 caran cezayê muebbeta giran li Yakup Şahîn birî bû, dixwaze dozê bigire. Di dozê de dosyayên Îlhamî Balli û Denîz Buyukçelebî hatin cudakirin û şandeya dadgehê xwest xwe ji van dosyayan vekişîne.   Endamên DAIŞ’ê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li pêşiya Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsê, di nava ciwanên bi pêşengiya Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de ku dixwestin ji bo zarokên Kobanê leyîstokan bibin, bombe teqandibûn. Di êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Di danişîna dozê ya di 22’yê cotmehê de li tekane bersûcê dozê Yakup Şahîn 34 caran cezayê muebbeta giran hatibû birîn. Ji ber ku bersûcên din ên dozê Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî hêj nehatine girtin û îfadeyên wan nehatine girtin, dosyayên wan hatin cudakirin.    Di danişînên 20 û 21’emîn de mexdûrên komkujiyê û parêzerên Platforma Ji bo Pirsûsê Edaletê xwestibûn ku dadgerê dozê were guherandin. Dosyayên Îlhamî Balî û Denîz Buukçelebî hêjta berdewam in lê tevî vê yekê jî Şandeya 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê xwe ji dosyayên wan vekişand. Ev daxwaza vekişînê ji hêla 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ve hat lêkolînkirin û biryara derheqê vê daxwaza vekişînê de hat dayîn. Dozgerê komarê di mutaalaya xwe de destnîşan kir ku biryara vekişîna şandeya dadgehê, li gorî qanûn û qeydeyan e. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê diyar kir ku di navbera beşdaran û şandeya dadgehê de “Neyartî” çêbûye û ji bo nirxandinê, 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê peywirdar kir.    Şandeya dadgehê danişîna doza kesên dosyayên wan hatine cudakirin, taloqî 18’ê sibata 2022’yan kir.