Hevdîtina kujer a bi polîsan re ji dosyaya Komkujiya Konyayê derxistin 2022-02-08 11:53:22 KONYA – Axaftinên di navbera kujer Mehmet Altun û polîsan de ji dosyaya doza Komkujiya Konyayê hatin derxistin. Kujer Altun 3 caran bi telefonê li 155’ê geriya bû û jê re wiha gotibû; “Ez ê 5 kesên din jî bikujim.” Tevî belgeyan jî Walîtiya Konyayê ev hevdîtin red kiribûn.    Li navçeya Meram a Konyayê 4 jê jin 7 endamên malbata Dedeogullari yên ji Qersê, rastî êrişa nîjadperest a kujer Mehmet Altun hatin û tevek jî hatin qetilkirin. Axaftinên di navbera kujer Altun û 155’ê re derbas bûyîn ku walîtiyê înkar dikirin, ji dosyaya dozê hatin derxistin.    Di 30’ê tîrmeha 2021’an roja komkujiyê de kujer Mehmet Altun 5 saniyeyan, di 2’yê tebaxa 2021’an de 43 saniyeyan û di 2’yê tebaxa 2021’an de jî 35 deqeyan li ser telefonê bi 155’ê re axiviye. Axaftinên kujer Altun ên bi polîsan re, ji dosyayê hatin derxistin. Parêzeran qeydên hevdîtinê ji Walîtiya Konyayê xwestin. Walîtiyê bersiva parêzeran da û diyar kir ku di qeydên 154 û 112’an de ku 155 jî girêdayî heman navendê ye, li rastî hevdîtineke wiha nehatine. Bi vê yekê re ev hevdîtin înkar kir.    Walîtiyê her çiqas ev axaftin înkar kiribin jî, beşeke ji van hevdîtina di dosyayê de hatibûn jibîrkirin. Parêzeran xwestibû ku temamiya hevdîtinan li dosyayê bê zêdekirin lê belê dozgeriyê derheqê vê mijarê de ne lêpirsînek û ne jî lêkolîn da destpêkirin.   ‘EZ Ê 5 KESÊN DIN JÎ BIKUJIM’    Belgeya di dosyaya dozê de derketiye wek Beşa 2’yan a Klasora 5’emîn hat binavkirin. Di vê beşa hevdîtinê de kujer Altun di 2’yê tebaxa 2021’an di saniyeyên 15.03.54’an de wiha dibêje: “Kalfalar Hasankoy, dixwazim derheqê cînayetan de hevdîtinê bikim, Saraçoglu, demildest li min vegerin.”   Kujer Altun di axaftina xwe de wiha dibêje polîsan: “Li pêş çavên polîsan gef li me xwarin. Ez ê 5 kesên din jî bikujim û wisa xwe radest bikim...  Ev, tam terorîst in. Emniyetê alîkarî nedan me... Ev cînayete min kirin.”   MA / Zemo Aggoz