Eyşe Efendî: Wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe 2022-02-08 09:13:06 RIHA - Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî anî ziman ku komploya li hemberî Rêberê PKK Abdullah Ocalan negihaştiye armanca xwe û got: "Sed sal jî derbas bibe wê jin nehêlin komplo bigihê armanca xwe. Serok Apo bi fîzîkî ne di nav me de ye, lê bi fikir û felsefeya xwe pêşiya me ronî dike."   Rêberê PKK Abdullah Ocalan, 23 sal berê bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Çendî ku armanca komployê tecrîdkirina Ocalan û qutkirina pêwendiya di navbera wî û gel de bû jî, lê hêzên komploger negihaştin armanca xwe û komploya wan bi berxwedana gelan hat pûçkirin. Ji lew re her çû fikir û felsefeya Ocalan li ser gelek gel û derdoran bandor kir û bû cihê guhertinên mezin. Bi taybetî jî yên herî zêde bandor ji felsefe û fikira Ocalan digirin jin in.       Di sala 2012'an de, li Sûriyeyê, li cihê ewil ê komploya li hemberî Ocalan, şoreşek rû da. Ên pêşengitiya vê şoreşê jî kirin jin bûn û lewma wekî "şoreşa jinê" tê binavkirin. Ev şoreş nîşan da ku bêyî jinan şoreş nabe. Jinên pêşengitiya vê şoreşê kirin jî niha di hemû qadên jiyanê de cih digirin û her diçe wê mezintir dikin.      Ji van jinên pêşeng yek jê jî Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî ye. Jiyana Eyşe Efendî ya ku di nav gel de wekî dayika Kobanê tê binavkirin, mişt berxwedan e. Eyşe Efendî, di salên 1980'yî de gava xwendekara zanîngehê bûye fikir û felsefeya Ocalan nas kiriye û vê wekî "vejînê" bi nav dike. Her wiha gava kesên jê dipirsin û dibêjin "Tu çawa bûyî Apocî?", dibêje "Dema ez hatim dinê ez Apocî bûm, lê min ew sala 1980'yî de nas kir."     Eyşe Efendî, bibîr xist ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan di sala 1979'an de derbasî Sûrîyeyê bûye û got: "Derbasbûna Rêber Apo ya Kobanê weki zayîna gelê kurd bû. Wê demê her kesî gelê kurd nas nedikir. Pêşî hat gundê Elpelur. Pişt re derbasî Kobanê bû. Civîn çêdikirin, pir dizî bû. Wekî Rêber Apo xwe nede naskirin. Ji ber ku wê demê gelek zext li ser gelê kurd hebûn. Nîzama Surî gel digirtin û ew dixistin hepsa. Ji bo hişmendiya kurdî zêde pêşketin li herêmê tune bû. Her çi qas her tişt bi dizîbû jî, lê piştî demekê di nava gel de hat zanîn ku kesek wekî rêberekî nave xwe Apo ye, hatiye. Piştî vê Rêber Apo derbasî Şam û Helebê bû. Li van bajaran civîn çêkirin. Ji Rojava kom bi kom xwendekar û gel tevli van civînan bûn."     Eyşe Efendî, da zanîn ku di sala 1980'yî de dema 22 salî bûye, li Helebê di civînekê de Rêberê PKK Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha behsa wan rojan kir: "Serê salê bû, wekî civînek gel hatibû amadekirin. Malbatekê xwarin çêkiribû, min serokatî li wir dît. Cara ewil bû min ew didît. Xwedî heybet bû. Axaftina wî li ser çand û ziman bû. Seîd Yûsûf stran gotin. Rebertî nêzî 2 saatan axivî. Piştî me bi hev re xwarin xwar, ew çû. Min dengê PKK'ê bihîst. Civîna ku ez cara yekem beşdar bûm li Siûdî Erebîstan bû. Hevalê yekemîn ku min dît hevalê Elî bû, ji Pirsûsê bû. Em bi hev re xebatîn."   'ZAYÎNA JINÊ'      Eyşe Efendî bal kişand ser girîngiya fikir û felsefeya Ocalan ya li ser jinan û ev yek wekî "zayîna jinê" bi nav kir. Eyşe Efendî, anî ziman ku berî fikir û felsefeya Ocalan jin di mal de hatibûn hepiskirîn û got: "Fikir û felsefeya Rêber Apo wekî zayîna gele kurd bû, lê bi taybet jî ya jinan. Jin xwe nas nedikirin. Nîvî hebû, nîvî tune bû. Wekî laşek mirîbû. Tene ji bo zarokan, lêdanê bûn. Danîn û standin tune bu bi jinê re. Tenê navê xwe jin bû. Dema Rêber Apo hat ew sînorê tirsê hilweşandin. Dîwarê tirsê hilweşandin. Rêber Apo dest da jinê û bû hevalê jinê."      'SÎSTEMA KU JIN TÊ DE BI SER DIKEVE'      Eyşe Efendî, bilêv kir ku jinan pêşengtîya Şoreşa Rojavayê kirine û wiha domand: "Jinan yek bi yek rêxistinê xwe avakirin. Jinan heq û hiqûqên xwe nas kirin. Jin ji ku hatiye, dîroka jinê çi ye êdî nas kir. Sîstema komînal, hevserokatiyê da naskirin. Jina di milê eskerî, sîyasî û aborî de xwe dît. Îro tê dîtin ku bê jin jiyan nabe. Bê jin komîn nameşe. Sîstema ku jin di nav de îro bi ser dikeve. YPJ ji bo hemû jinên cîhanê dibe mînak û hêvî. Hemû jinên cîhanê hatin serlêdana jina kurd kirin. Rêber Apo bi taybetî ji jina kurd fêhm kiribû. Ev feydebûna jina kurd derket holê. Rêber Apo got 'Çawa mêr dixebitin divê jin jî bixebitin.' Rêber Apo got Zîlan, Bêrîtan, Sara, Sakîne fermandarên min in. Sîstema heyî jinê ji xwe re dike xeriîtekek. Em li ser xerîteya ku Rêber Apo da me dimeşin û jiyana xwe berdewam dikin."      'DEMA EZ HATIM DINÊ APOCÎ BÛM'      Eyşe Efendî, anî ziman ku berî PKK'ê nas bike bi partiyên kurdan ên siyasî re dan û standinên wê hebûne û got: "Di 1977'an de me mekteb dixwend û me partiya Barzanî nas dikir. Me li malan bi dizî Newroz pîroz dikir. Wekî keçek kurd, ez welatper bûm. Min xwe naskir ku ez kurd im û min got, divê zimanê min kurdî hebe, gerek serokek min hebe. Ev pirsa min di serê xwedê dikir, lê min tu bersiv jê re nedidît. Çawa Apociyek derket holê ez jê re amade bûm. Ji min dipirsin 'Tu çawa bûyî Apocî?, ez dibêjim ez ji berê de Apocî me. Dema min ew dîtin ez tevli wan, tevli Apocîyan bûm. Bingehek min hebû. Di aliyê mejiyî de, hezkirina min hebû ji bo tevgera azadiyê. Piştî ku me partî nas kir jiyana min ji sedî sed guherî. Êdî Rêberek hebû. Çalakîya Mazlûm Dogan, 15 Tebaxê, navê Egîd, stranên Koma Berxwedan deng vedan."     JIN 'TECRÎDE QEBÛL NAKIN'      Eyşe Efendî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan û di dawiya axaftina xwe de got: "Tecrîd di hundirê tecrîde de heye. Ev ne tenê li ser şexsê serokatî ye. Ji ber tişta rast li ba seroktî ye, kilîda rastiya kurd li ba serokatî ye. Projeya demokratîk ku îro li tevahiyê Rojava tê meşandin projeya Serok Apo ye. Belkî Rêber Apo zindî ne di nav gelê xwe de ye, lê wekî fikir û raman îro her kes li ser wê fikra Ocalanî dijî. Ev proje heya sedan sal têra vî gelî dike. Ku sed sal derbas bibe jî wê jin nehêlin komplo bi ser bikeve û bigihê armanca xwe. Heya îro li Îmralî 23 sal in çi qanûn nehatin meşandin. Çalekiyên ji bo rêbertî dive em zêde bikin. Divê em xwedîderketinêk mezin çêbikin. Banga me ji bo temamî cîhanê ye. Êdî durûtiyê nekin. Em ji cîhanê re zelal in, divê ew jî zelal bin. Berxwedana gelê kurd di hêla herî bilind de ye. Em li Kobanê bi ser ketin, li Hesekê bi ser ketin. Bi ruhê Apocîtiyê divê em werin cem hev."     MA / Emrûllah Acar