Nava Sûrê kirin herêma rantê 2022-02-08 09:09:55 AMED - Li navçeya Sûrê dikanên ku li taxên hatin serobinokirin hatin çêkirin bu usûla vexwandinê pêşkêşî sermayedaran tên kirin. Hevseroka Odeya Mîmaran Selma Aslan got: "Navçe kirine herêma rantê."    Li navçeya dîrokî Sûr a Amedê, piştî qedexeyên derketina derve yên di sala 2015'an de hatibûn ragihandin, 6 tax hatibûn serobinokirin. Avahî û dikanên li van taxan tên çêkirin li ber qedandinê ne. Li Taxa Hasirliyê 52 dikan hatin çêkirin. Li gor projeya ewil dê li taxê xanî bihatanan çêkirin, lê paşê proje hat guherandin û ji dêvla xaniyan dikan hatin çêkirin. Dê dikanên li taxê hatine çêkirin di 10'ê Sibatê de bi usûla vexwandinê bên pêşkeşkirin û bi kirê bên dayîn.    TENÊ JI SERMAYEDARAN RE ŞANDIN   Îhaleya van dikanan dê ji aliyê Şîrketa Xizmet û Bazirganiyê ya Rêvebiriya Emlakê ya girêdayî TOKÎ'yê bê kirin. Şîrketê ji bo van dikanan vexwendname tenê ji sermayedarên bajêr re şandine. Di vexwendnameya hatiye şandin de kirêya herî kêm ya van dikanên ku derî mîmariya bajêr hatine çêkirin ji 8 hezaran dest pê dike û heya 17 hezaran diçe. Her wiha ji bo îhaleyê wekî temînat jî herî kêm 30 hezar TL û herî zêde jî 100 hezar TL tê xwestin.    MEXDÛRIYET   Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan, bertek nîşanî vê da. Aslan, bibîr xist ku li Sûrê di bin navê "îstimlaqkirina lezgîn" de 3 hezar û 500 avahî hatine xerakirin û got: "Piştî şer, avahiyên texrîb bûbûn hebûn. Ev avahî xera nebûbûn. Piraniya avahiyan piştî şer hatin xerakirin. Nêzî 6 salan ketin û derketina qadê qedexe bû. Haya kesî ji xebatên çêkirina avahiyên wir tune bû."    Aslan, diyar kir ku avahiyên ketine ber îhaleyê pêşî dê wekî xanî bihatanan çêkirin, lê paşê proje hatiye guherandin û ji dêvla xaniyan qadên bazirganiyê hatine çêkirin. Aslan, destnîşan kir ku peymana bi xwediyên milkan re hatiye çêkirin ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve bi awayekî yekalî hatiye fesixkirin. Aslan, bilêv kir ku xwediyên milkan hatine mexdûrkirin û got: "Niha qad veguherandine qada bazirganiyê, herêm kirin herêma rantê. Niha jî îhaleya wan deran çêdikin."    ÎHALEYA RANTÊ   Aslan, bal kişand ser rewşa civakî-aborî ya li Sûrê jî û got: "Em ferz bikin hûn li bajêr qadeke baizrganiyê diafirînin û dixwazin bajar bi pêş bikeve. Lê divê hûn vê planêli gor derdora herî xizan a bajêr bikin. Ji dêvla vê hûn radibin wir dikin qada rantê û pêşkêşî şîrket û fîrmayên mezin dikin. Ev cihê fikaran e."    Aslan, destnîşan kir ku tenê sermayedar dawetî îhaleyê hatine kirin û got: "Gava dibêjin marke, gelo ên xwecihî çi qasî di nav vê de ne? Ger fîrmayên xwecihî daxilî îhaleyê bibin, nexwe 100 hezar TL temînat pir zêde ye. Gelo yên van dikanan bistînin berê hatine diyarkirin yan na? Em ê di 10'ê Sibatê de bibînin. Em wisa difikirin ku ev ji bo rantê hatine çêkirin û fîrmayên xwecihî yên Amedê daxilî nav nehatine kirin."