Dayikên Aştiyê çûn serdana dayikên di Nobeta Edaletê de 2022-02-07 16:57:34   WAN /AMED -  Dayikên aştiyê yên Colemêrg û Geverê çûn serdana dayikên li Wanê di Nobeta Edaletê de. Di serdanê de dayikan diyar kir ku naxwazin cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan derkevin û li Tirkiyeyê li şûna edaletê, zilm heye.    Nobeta Edaletê ya ku malbatan li Baroya Wanê bi mebesta berdana girtiyên cezayên wan xelas bûyî lê nehatine berdan û girtiyên nexweş dabû destpêkirin, di roja 59’emîn de jî berdewam kir. Ji bo piştgiriya bi malbatan re, îro jî dayikên aştiyê yên Colemêrg û Geverê çûn serdanê. Dayika girtî Malik Demîragaç ku 6 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ye Emîne Demîragaç û hevjîna Îbrahîm Alkan ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ye Dilşah Alkan mêvanên xwe pêşwazîkirin.    Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Gulçîn Karabuk di serdanê de axivî û got ku bi mebesta piştgiriyê hatine û wiha domand: “Em dayik naxwazin êdî cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Ji bilî daxwaza aştî, edalet û azadiyê tu daxwazeke me ya din nîne. Em li gel dayikan in û dê her tim piştgiriyê bidin wan.”     ‘LI ŞÛNA EDALETÊ, ZILM HEYE’   Ji dayikên aştiyê Gulê Polat jî anî ziman ku heta êşên wan xelas dibin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Ev dayikên me yên pîr, bi meha ye nobeta edaletê digirin. Dixwazin ku zarokên wan bên berdan. Ji ber ku haya me ji zarokên me nîne. Êdî bes e. Bila bes vê zilmê li me bikin. Li vî welatî ne edalet û ne jî hiqûq heye. Li şûna edaletê, zilm û heqaret heye. Nexwe dê wezîrê edaletê rojekî pirsa daxwaza dayika bikira. Xwedê jî dê vê zilmê qebûl neke.”    Serdana dayikên aştiyê bi çepikan bi dawî bû.  Di heman demê de esnafên bajêr jî hatin serdana malbatan û diyar kirin ku ew bi têkoşîna malbatan re ne.    AMED    Bi heman armancê li Baroya Amedê jî malbatên girtiyan Nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Nobeta li Amedê 84 roj li pey xwe hişt. Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada ji ber zextên li girtîgehan nerazî bû û wiha got: “Îşkenceyê li zarokên me dikin. Wan têxin hucreyên yekesî. Banga me ji wezareta edaletê û serokomar ew e ku girtiyên me berdin û tecrîdê rakin. Heta ku em tiştekî bi dest xwe ve tînin dê çalakiya me bidome.”    Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî ji ber serdegirtina qawîşan xwe nerazî kir û xwest ku li girtîgehan êdî binpêkirin çênebin.