Mêrdiniyan zema ceyranê şermezar kirin 2022-02-06 15:13:45   MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, zema ceyranê şermezar kir û ev tişt got: "Em tên şêlandin, dizî heye" û bagna vekişandina zemê kir.    Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, li Parqa Karayollari ya navçeya Artûklûyê hatin gelhev û zema ceyranê şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta "Bila zemên fahîşê yên ceyranê bên vekişandin" hat vekirin. Nûnerê Odeya Endezyarên Ceyranê ya Mêrdînê Serfîraz Kûrtay daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Kûrtay, da zanîn ku sala 2022'yan bi zeman dest pê kiriye û wiha got: "Ji ber ku li herêmê gaza siruştî tuneye pewistiya germbûnê bi ceyranê tê pêşwazîkirin. Ev jî bo kesekî ku 7 saetan sobeya ceyranê vedike dibe mezaxkirina zêde ya 240 kîlovatî. Malbateke xizan ku beriya zemê 720 kîlovat mezax dikir 690 TL bû niha bûye hezar û 400 TL."   'ŞÊLANDIN HEYE'   Di berdewamê de Kûrtay, da zanîn ku dema zema heqdesta asgarî hatiye kirin ev rêje hatine paşguhkirin û ev tişt anîn ziman: "Parastina malbatên xizan xapandin e. Ne malbatên xizan ne jî malbatên halxweş nehatiye parastin. Li vir tenê şîrketên belavkirina ceyranê hatiye parastin. Heke hûn welatiyên xizan pirs difikirin li şûna zemê divê hûn daxistinê ji bo wan bikin. Bi kevçî didin xelqê û bi çoçikê ji wan digirin. Em tên şelandin, dizî heye. Em bang dikin ku zem bên vekişandin û enerjî bê cemawerkirin."   Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan ji hev balev bû.