Ji Mexmûrê bang li NY'yê kirin: Helwesta xwe zelal bike 2022-02-06 09:01:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Fîlîz Bûdak, diyar kir ku divê avahiya NY'yê ya li kampê vala nesekine, peywira xwe bi cî bîne.  Tirkiyeyê di 1'ê Sibatê de Kampa Mexmûrê, Şengalê û bajarên Dêrik û Şehbayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hevwext bombe kiribûn. Di êrişa Tirkiyeyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Hevseroka Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Fîlîz Bûdak, têkildarî êrişa hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Kampa Mexmûrê axivî.      'WÊ GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE'   Bûdak, bibîr xist ku Kampa Mexmûrê heya niha gelek caran bi êrişan re rû bi rû maye û di her êrişê de jî gel bertek nîşan daye. Bûdak, destnîşan kir ku şêniyên taxê tevî ev qas êrişan jî dev ji berxwedana xwe û daxwazên xwe bernadine û got: "Şeva ku Tirkiyeyê êriş kir, şêniyên kampê heya serê sibê şiyar bûn û li ser pêyan bûn. Di dema bombebaranê de gel ji bo birîndarên xwe rakin derketin derve. Ev vîneke mezin e. Gelê me heya sibehê li ber nexweşxaneyan ma û li cihê hat bombekirin ma. Wê kêliyê ev gel diyar kir ku dê xwedî li cîna xwe derkeve û bedêl çi dibe bila bibe dê li ber xwe bide."    'TIRKIYE DIXWAZE KAMPÊ VALA BIKE'   Bûdak, diyar kir ku gelek sedemên êrişên Tirkiyeyê hene û got: "Cîhan kampa me nas dike. Kampa me kampeke penaberan e. 27 sal ine m li vira ne. Li vê kampê kesên dê û bavên wan, xwişk û birayên wan û xizmên wan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kuştin hene. Ên li vê kampê dijîn, kesên ku gundên wan hatine şewitandin. Tirkiye dixwaze kampê vala bike."    'PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK'   Bûdak, destnîşan kir ku sedemeke êrişên Tirkiyeyê yên li ser kmapê jî pergala neteweya demokratîk e û got: "Gava ewil a pergala neteweya demokratîk di sala 2005'an de li Kampa Mexmûrê hat avêtin. Kampa Mexmûrê, nîşan da ku pergaleke bêdewlet jî pêkan e."    Bûdak, bilêv kir ku ne hêsan e mirov 27 salan li kampekê xwe bi rê ve bibe û bi rêxistin bike. Bûdak, destnîşan kir ku lê belê şêniyên kampê ev yek kirine û got: "Li hemberî dewleteke ku zimanê wan û nasnameya wan înkar dike, bi zimanê xwe û çanda xwe zarokên xwe gihandin. Kampa Mexmûrê bû keleha kurdbûnê."    IRAQ BÊDENG E   Bûdak, bal kişand ser hewldanên hikûmeta Iraqê yên vê dawiyê jî ku dixwaze bi têlan dora kampê bigire û got: "Xwestin me bikin êsir. Her wiha xwestin li dora kampê qûleyên eskeran jî çêbikin. Lê gelê me bi helwesteke zelal li ber vê rabû, daket kuçeyan û got, ew tiştekî wiha qebûl nakin. PIştî dîtin gel ji ya xw enayê xwar, tavilê Tirkiyeyê ji hewayê de êriş kir. Li gor qanûnên navdewletî êrişa dewletekê ya li ser dewleteke din, sûc e. Lê Tirkiye bi rihetî axa Iraqê bombe dike. Em li nav sînorên Iraqê ne, lê em bi bombebarana Tirkiyeyê re rû bi rû dimînin. Çima hikûmeta Iraq qada hewayî li ber Tirkiyeyê nagire? Mirovên li vê kampê bi destûrên qanûnî yên Iraqê dijîn. Çima li dijî van êrişan gavina navêje? Bêdengiya li hemberî van êrişan, şirîkantî ye. Ger hikûmeta Iraqê dixwaze bide der ku ne şirîkê van êrişan e, divê qada xwe ya hewayî li ber Tirkiyeyê bigire."    BANG LI NY'YÊ KIR   Bûdak, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Kampa me, gava di sala 2014'an de bi êrişên DAIŞ'ê re rû bi rû ma, nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji kampê reviyan. Ji wê rojê heya niha avahiya NY'yê ya li kampê vala ye. NY, divê ji bo ewlehiya 12 hezra mirovan tevbigere. Lê radibe dibêje kamp ji bû nûnerên wê talûke ye û wan naşîne vira. NY, têkildarî êrişên Tirkiyeyê de tenê daxuyniyên kurd dide û ji dêvla tiştekî bike, qîma xwe bi van daxuyaniyan tîne. Êdî NY divê helwesta xwe zelal bike. divê peywir û berprisiyariya xwe ya ji bo ewlehiya Kampa Mexmûrê pêk bîne."    MA / Omer Akin