Zîkrî Zebarî yê YNK'î: PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzet danî 2022-02-06 09:01:13   NAVENDA NÛÇEYAN - PDK'ê Hoşyar Zêbarî yê ku berê bi gendeliyê hatibû sûcdarkirin kir namzetê xwe yê serokkomartiya Iraqê. Parlementerê YNK'î Zîkrî Zebarî bertek nîşanî vê da û got: "PDK, li gor daxwaza Tirkiyeyê namzetî danî."    Di 3'yê Cotmeha 2021'ê de li Iraqê û Herêma Kurdistana Federe hilbijartinên giştî hatin çêkirin. 3 meh di ser hilbijartinan re derbas bûye, lê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Li Meclîsa Iraqê ya xwedî 329 kursî, di hilbijartina 9'ê Çileyê de serokê meclîsê Mûhammed Halbûsî 200 ray girtin û cardin hat hilbijartin. Piştî hilbijartina serokê meclîsê ji bo hilbijartina serokkomartiya Iraqê jî wext dest pê kir. Tê payin ku hilbijartina serokkomartiyê di 7'ê Sibatê de bê çêkirin. Piştî serokkomar bê hilbijartinê dê di nav 30 rojî de peywira avakirina hikûmetê bide partiya ku herî zêde ray wergirtine.    NAMZETÊ SEROKKOMARTIYÊ YÊ PDK'Ê   Çendî di warê parvekirina meqaman de di qanûna bingehîn de tu tişt nehatibe diyarkirin jî, lê ji sala 2003'yan heya niha serokkomartî di destê kurdan de, serokwezîrtî di destê şiîyan de û serokatiya meclîsê jî di destê sunniyan de ye. Her wiha heman peyman li Herêma Kurdistana Federe di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) de jî heye. Li gor vê peymanê li Herêma Kurdistana Federe serokwezîrtî di dest PDK û serokkomartiya Iraqê jî di destê YNK'ê de ye. Di hilbijartina Cotmeha 2021'ê de PDK'ê 32 parlementer wergirtin û niha dixwaze hem serokwezîrtiya Herêma Kurdistana Federe, hem jî serokkomartiya Iraqê di dest wê de be.    YNK, ji bo hilbijartina serokkomartiyê ya tê payin di 7'ê Sibatê de çêbibe, Berhem Salih ku niha Serokkomarê Iraqê ye cardin kir namzetê xwe. PDK'ê jî Wezîrê Darayî yê Iraqê yê berê Hoşyar Zêbarî yê ku Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê ew bi gendeliyê sûcdar kiribû û destnedayîna wî betal kiribû, kir namzetê xwe. Piştî PDK'ê Zêbarî kir namzet, li Qada Tahîrê ya Bexdayê gelek kesan ew protesto kir. Çalakgeran diyar kir ku divê Zêbarî ji ber gendeliyê bihatana girtin.    'TIRKIYEYÊ XWEST, PDK'Ê KIR'   Parlementerê YNK'ê Zîkrî Zebarî namzetiya PDK'ê ya ji bo serokkomartiya Iraqê nirxand. Zebarî, anî ziman ku PDK bi vî awayî dixwaze Herêma Kurdistana Federe tevlihev bike û peymana ji bo serokkomartiya Iraqê û serokwezîrtiya Herêma Kurdistana Federe bibîr xist.    Zebarî, destnîşan kir ku YNK namzetiya PDK'ê ya ji bo serokkomartiyê qebûl nake.    Zebarî, destnîşan kir ku Tirkiye, Îran û DYA ji bo hikûmeta nû ya Iraqê ketine nav hin hewildanan. Zebarî bilêv kir ku Tirkiye bandorê li PDK'ê dike û PDK jî li gor daxwaza Tirkiyeyê tevdigere û got: "Lê dê plan û armancên Tirkiyeyê yên li hemberî herêma me xistine dewrê bi ser nekevin."    ‘EV HEWLDANA PDK'Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Zebarî, diyar kir ku Herêma Kurdistana Federe ji du herêman pêk tê û ji van herêman yek jê di bin kontrola YNK'ê de ye û got: "Nîviyê herêmê di destê partiyekê de û nêviyê din jî di destê partiyeke din de ye. PDK, bereksê peymanê tevdigere û ev hewldana wê dê ji xeynî tevlîheviyê pêvtir bi kêrî tiştekî neyê. Ev hewldana PDK'ê xespkirina mafê YNK'ê ye. Ev nayê qebûlkirin."    MA / Omer Akin