Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan 2022-02-05 17:06:20   COLEMÊRG – Bi mebesta protestokirina zeman, li Geverê bi hezaran kes daketin qadan û bi dirûşma “Me dişîlînin” banga îstîfayê li hikûmetê kirin.    Li navçeya Gever a Colemêrgê bi hezaran kes ji bo protestokirina zemên li ceryan û pêdiviyên jiyanî  hatine kirin, daket kolanan.   Welatiyên ku li ser Cadeya Nedîm Zeydan dest bi çalakiyê kirîn, bi dirûşmên “Me dişêlînin”, “Hikûmet îstîfa” û “Tedaşa şêlanker” meşiyan. Welatî heta ber deriyê Kargeha Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Vangoluyê (VEDAŞ) meşiyan. Li vê derê jî çalakiya xwe bi çepik û dirûşman berdewam kir.    Bi hatina welatiyan re polîsan avahiya VEDAŞ’ê dorpêç kir.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku li navçeya Bazîd a Agiriyê jî bi hezaran kes bi heman mebestê daketibûn qadan.