'Em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî’ 2022-02-05 16:45:06 WAN - Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Wanê kete roja 57’an. Malbatên girtiyan gotin ku dê edalet bi saya biryardarî û têkoşîna wan pêk bê. Malbatan xwest ku hemû girtiyên siyasî bên berdan.  Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayên wan xelas bûyî lê dîsa jî nayên berdan û girtiyên nexweş, li Baroya Wanê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan 57 roj li pey xwe hişt. Îro jî Şaxa Platforma Sendîqaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) çû serdana malbatan û piştgirî da malbatan.  Berdevkî Demê yê Şaxa Platforma KESK’ê Zekî Seven di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo piştgiriya bi malbatan re hatine serdanê.     Seven got ku hewceye girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî û yên nexweş bên berdan û wiha domand: “Pergala bêhiqûqiyê ya li vî welatî berdewam e. Zextên herî giran jî li ser girtiyan û girtîgehan hene. Hêviya me ew e ku dawiyê li binpêkirin û îşkenceyên li girtîgehan bînin. Ji bo piştgiriya bi têkoşîna dayikan re em îro hatin vir.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’   Hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan a bi navê Dilşah Alkan jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li vî welatî edalet nema ye. Em ê bi têkoşîn û israra xwe edaletê bînin vî welatî. Daxwaza me ew e ku hemû girtiyên siyasî bên berdan. Heta tên berdan jî em ê çalakiya xwe bidomînin.”