Bi îşkenceyê perdeya guhê Karakaş teqandin û bi qayişê xwestin bixeniqînin 2022-02-05 15:05:39 STENBOL - Dema ku girtî Hamgîn Karakaş û sê hevalên xwe ji Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî Girtîgeha Afyonê dihatin girtin, rastî îşkenceya leşker û gardiyanan hatin. Di îşkenceyê de perdeya guhê Karakaş teqiya û hewl dan Karakaş bi qayişê bixeniqînin.    Girtî Hamgîn Karakaş ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê dihat girtin, hefteyek berê tevî 3 hevalên wî veguhestin Girtîgha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyon Karahîsarê. Karakaş, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û tiştên di dema veguhestinê de bi serê wan hatine bi malbata xwe re parve kir.    Têkildarî mijarê dayika Karakaş, Cemîle Karakaş axivî û da zanîn ku kurê wê beriya niha ji wan re gotibû dê werin veguhestin lê dîroka wê nedizanî. Karakaş diyar kir ku nêzî hefteyekê tu agahî ji kurê xwe newergirtine û wiha got: “Di 1’ê sibatê de li girtîgehê geriyam. Wê demê agahiya sirgûnê dan min. Min jê pirsî bê ka bi ku de birine lê gotin ‘em nizanin.’ Li ser israra min gotin ku birine Afyonê. Kurê min bi telefonê li me geriya û got ku di dema veguhestinê de rastî lêgerîna tazî hatine. Lê wan ev sepan red kirine lewma jî tevî hevalên wî xistine hucreyên yekkesî û hatine derbkirin.”    HETA SIBÊ XWÎN JI GUHÊN KARAKAŞ HATIYE   Di berdewamê de jî Karaş got ku kurê wê û hevalên wî ji hev hatine cudakirin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Qayişa kurê min ji ber derxistine û xistine qirika wî. Hewl dan bixeniqînin. Du deqeyan bi vî rengî berdewam kirine. Bi zor û zehmet bêhn standiye. Cil û bergên wî jî nedanê. Dema pirsa cilên xwe dike jî dibêjin haya me jê nîne. Di dema sirgûnê de leşker û gardiyanan îşkence li kurê min kirin. Perdeya guhê wî teqiya û xwîn ji guhên wî dihat. Xwestiye biçe nexweşxaneyê lê gardiyanan nehiştiye. Heta serê sibê jî xwîn ji guhên wî hatiye. Piştre israr dike û vêcarê dibin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê rapora derbkirinê hatiye dayîn. Êdî bes e. Bila bela xwe ji zarokên me vekin.”