Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar 2022-02-05 14:08:31 STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê qala malbatên Doku û Şenyaşar kir û piştgirî dan çalakiya wan.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo edalet pêk were, çi dikeve ser milê wan dê bi biryar pêk bînin.    Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, çalakiya xwe ya hefteya 880’emîn bi rêya onlinê kirin. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser çalakiya Malbata Doku ya li ber Edliyeya Dêrsimê û Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê.    Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla xwîşka rojnameger Ferhat Tepe, Ayşe Tepe ve hat xwendin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnameger Tepe, 27 sal berê di serdegirtina malê de hatibû girtin û piştre jî hatibû qetilkirin.   ‘MALBAT BI TENÊ NÎNIN’   Tepe diyar kir ku ew piştgiriyê didin dayika Gulistan Doku, Bedriye Doku ya li ber Edliyeya Dêrsimê û Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê. Tepe da zanîn ku her du dayik jî bi tenê nînin û wiha domand: “Gulistan, piştî hevdîtina bi hevalê xwe ku bavê wî polîs e, hate windakirin. Dayika Gulistanê ji bo ku agahiyekî ji keça xwe bizane, ji 1’ê mijdarê ve li ber Edliyeya Dêrsimê nobedê digire.    ‘GELO WE JI BO EDALETÊ ÇI KIR?’   Di berdewamê de jî Tepe qala dayika Emîne Şenyaşar kir û ev tişt anî ziman: “Hevjîn û kurên wê ji hêla parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Ev 335 roj in li edaletê digere. Ji bo îfadeyê heta niha 13 caran bangî Emîne Şenyaşar kirine. Erê baş e lê we ji bo edaletê çi kiriye? Dozgerên li dosyayê dinêrtin 8 caran hatine guherandin. Lê li dozek li holê xuya nake. Di dewletên xwedî hiqûq de heke kesek winda bibe yan jî hatibe qetilkirin, pergala edaletê lêpirsîneke bibandor dide destpêkirin û darizandineke adilene dike. Lê mixabin em neçar dimînin ji bo edaletê nobetan bigirin.”   ‘EM Ê DEV JI QADÊ BERNEDIN’   Tepe da zanîn ku pergala edaletê mafê her kesî ye û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ji bo ku edalet êdî li pişta kesên mafdar be, çi bikeve ser milên me, em bi biryar in ku pêk bînin. Çend sal derbas dibin bila bibin lê dîsa jî dê lêgerîna me ya edaletê bidome. Û em ê dev ji Qada Galatasarayê ku 181 hefte ye li me hatiye qedexekirin bernedin."