Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn 2022-02-05 13:45:37   AMED - Rojnameger Nûrcan duh di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Dozgeriyê ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê da.    Rojnameger Nûrcan Yalçin duh di encama serdegirtina malê de li Amedê hatibû binçavkirin. Yalçin hêj jî li Şaxa TEM’ê ya Gerînendetiya Ewlekariyê ya Bajêr tê ragirtin. Parêzerên Yalçin duh xwestin biçin serdana wê lê hat zanîn ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan hatiye dayîn. Parêzerên Yalçin îro jî çûn Şaxa TEM’ê û hîn bûn ku dozgeriyê ji bo dosyaya Yalçin biryara nepeniyê da ye.