Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere 2022-02-05 11:16:32 ENQERE - Dadgerê berê Tûncay Elarslan ku tevî biryara beraetê 3 sal in li peywîra xwe nayê vegerandin wiha got: “Heke em bikaribin hêzeke hevpar ava bikin, pêkane ku em ji vê tariyê derkevin.” Dema peywîrê ya Komîsyona Lêkolînê ya Rewşa Awarte(OHAL) ku di sala 2017’an de bi armanca li serlêdanên kesên bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ji peywîrên xwe hatine îxrackirin, binere hatiye avakirin di 23’yê Çileyê de careke din hat dirêjkirin. Li gorî daxuyaniya komîsyonê ya di 30’ê Kanûna 2021’an de da, di dema derbasbûyî de 126 hezar û 783 serlêdan hatine kirin, ji van 16 hezar û 60 hatin “qebûl kirin”, 104 hezar û 643 jî hatin “red kirin”. Hêj 6 hezar û 80 serlêdanên ku hêj komîsyonê encama wan aşkere nekirine hene. Dozger û dadger ên hatin îxrackirin, ji bo lê vegerandina kar di çarçoveya biryarnameya ku Komîsyona OHAL’ê avakir de dikarin serî li Şûraya Dewletê bidin. Lê kirariyên Şûraya Dewletê jî ji Komîsyona OHAL’ê ne cudatir in. Mexduriyeta dadger û dozgerên serî li vir dane jî didomin.    BIRYARA BERAETÊ   Yek ji van jî Tûncay Elarslan ê 22 sal an dadgerî û dozgerî kiriye. Elarslan ê ji bo tevlî çalakiyên Gezî bûbû, derbarê wî de lepirsîna dîsîplînê hatibû vekirin. Elarslan, piştî hewldana eskerî ya di 15’ê Tîrmeha 2016’an de li Rihayê peywîrdar bû ji kar hat îxrackirin. Elarslan, di dema danişîna duyemîn a doza li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê de dihat darizandin li ser “têkiliya wî ya bi cemaetê re nehat tespîtkirin” beraet kirin û ji ber “binçavkirina neheq” mafê tazmînatê qezenç kir. Lê tevî demê derbasbûyî jî Elarslan li peywîrê nehat vegerandin. Elarslan, bi daxwaza “betalkirina biryara îxracê” doz li Şûraya Dewletê jî vekir. Heke biryar were betalkirin wê Elarslan vegere ser peywîra xwe.    Elarslan ê 5 sal in ji bo vegere ser peywîra xwe têdikoşe, hêdîbûna darazê rexne kir û wiha got: “Ji ber tu têkiliya min bi cemaetê nebû, ez hatim beraetkirin. Li gorî vê biryarê bi awayekî hiqûqî divê Şûraya Dewletê biryarê îxracê betal bike. Ez wisa hêvî dikim.” Elarslan, da zanîn ku di doza Şûraya Dewletê de hêj ji MÎT û miduriyeta polîsan re nivîs tên nivîsandin û wiha berdewam kir: “Piştî 6 salan hêj nivîsan dinivîsin. Ji xwe ev di dosyaya min a min beraet kirî de hene.” Elarslan, destnîsan kir ku li Tirkiyeyê darazê serbixwetiya xwe winda kiriye û wiha pê de çû: “Divê dadger serweriya hiqûqê û mafên mirovan bi ser her tiştî bigirin. Ez jî dema dixebitîm li her dozê nêrî lê ne li gorî zextan li gorî serweriya hiqûqê tevgeriyam. Divê endamên darazê jî wiha tevbigerin.”   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Elarslan, bi lêv kir ku welat ji dewleta hiqûqê derketiye, wî jî ji vê bêhiqûqiyê para xwe girtiye û got: “Lê em dizanin ku wê ev wisa neçe. Divê li dijî faşîzma serdema me em bibin yek û têbikoşin. Çawa em mafên me ji dest me digirin, em jî mecbûr in ji bo mafên xwe biparêzin têbikoşin. Heke em bi vê zanebûnê xwe bi rêxistin bikin, li qada siyasî jî serbikevin dikarin bigihin armanca xwe. Divê ji bo mafên hiqûq, demokrasi û hiqûqê hêzên xwe bikin yek. Ev pêkan e, hewldan jî hene. Heke em bikaribin hêzeke hevpar ava bikin, pêkane ku em ji vê tariyê derkevin.”     ‘DIVÊ REWŞA KHK’IYAN WERE DÎTIN’   Elarslan, xwest ku mexdûriyeteya KHK’iyan di qada navnetewî de were dîtin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di demeke wisa dirêj de kesên xwe dikujin hene. Kesên malbatên wan belav bûn, jiyana wan ser û bin bûn hene. Ez nêzî 5 sal bûn bêkar bûm, saleke dikarim parêzeriyê bikim lê dîsa jî di nava qeyraneke aborî de ne. Di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hemû saziyên mafên mirovan di mijara hêdîbûyîna hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê zextan lê bikin.”     MA / Zemo Aggoz