Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên 2022-02-04 15:24:37   AMED - Malbatên ku ev 81 roj in çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê didomînin, ji ber mirinên li girtîgehan bi bertek bûn. Malbatan got ku her roj agahiyên mirinan ji girtîgehan tên û destnîşan kirin ku ew naxwazin darbestên wan ji girtîgehan derkevin.    Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên dema cezayê wan qediyayî li Baroya Amedê daye destpêkirin, 81 roj li pey xwe hiştin. Hinek alimên olî yên bajêr îro çûn serdana malbatên di çalakiyê de.    BERTEK NÎŞANÎ MIRINAN DAN   Ji çalakvanan hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler a bi navê Hasîna Guler diyar kir ku ev bû 82 roj bi mebesta edaletê çalakiyê dikin û wiha got: “Bes e êdî bila ji girtîgehan darbest dernekevin. Heta niha 9 darbest ji girtîgehan derketin. Kezeba me dişewite. 9 kes tê wateya 9 hezar kesan. Her yek ji wan bi hezaran e.”    ‘EM NAXWAZIN DARBEST DERBIKEVIN’   Yek ji çalakvanan Hakki Boltan jî destnîşan kir ku ji bo teşhîrkirina bêedaletiyê di çalakiyê de ne û wiha domand: “Hemû bêedaletiyên li Tirkiyeyê ji ewil li girtîgehan dest pê dikin. Heke gel xwedî li girtîgehan derbikeve, ev binpêkirin dê zûtir bi dawî bibin. Rewşa girtiyên ku nexweşiya wan girane her ku diçe xerabtir dibe. Lewma roj naçe ku darbestek ji girtîgehan dernekeve. Her tim hewayê şînê li malên girtiyan serwer e. Fikarên me hene. Hesta mayîna li benda cenazeyê zarokê xwe, hestekî gelek xerab e. Banga min a ji bo hemû partî û rêxistinên civaka sivîl ew e ku xwedî li çalakiya me derkevin. Dê çalakiya me bidome.”