Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin 2022-02-04 13:38:00   ŞIRNEX  -  Ji 4 welatiyên di 2’yê sibatê de li Hezexê di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 3 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û yek jî hate girtin.    Polîsên tîmên taybet di 2’yê sibatê de li Taxa Turgut Ozal a Hezex a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de Meryem Malgaz a 65 salî, Hamdiye Kaşbaş, Îbrahîm Îmuk û Hamza Kaşak hatibûn binçavkirin. Welatiyên ku biribûn gerînendetiya ewlekariyê, piştre jî derxistin pêşberî dozger. Dozgeriyê her çar welatî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Ji welatiyan Malgaz, Îmuk û Kaşbaş bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Her wiha Hamza Kaşak jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.