Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin 2022-02-04 13:28:06 MÊRDÎN - Penaberê bi navê Ridwan Îd Nûman El Ehmed di mijdara 2021’an de li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de hate girtin. Leşkeran îşkence li Ehmed kirin û kuştin. Malbata Ehmed ji bo darizandina kujer gilî kir.  Ridwan Îd Nûman El Ehmed (40) û du hevalên xwe di 27’ê mijdara 2021’an de ji gundê Erada yê Zirgan a Hesekê derbasî Tirkiyeyê bûn. Her sê penaber jî li ser sînor ji hêla leşkeran ve hatin girtin. Leşkeran îşkenceyeke giran li Ehmed kirin û piştre li ser dîwarê sînor avêtin rexê din. Hat zanîn ku Ehmed ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest da. Têkildarî kuştina Nûman El Ehmed a bi îşkenceyê, ne rayedarekî Wezareta Karên Hundir, ne yê Wezareta Parastinê ya Netewî û ne jî yê Hêzên Çekdar ên Tirk tu daxuyaniyek nedan.    ŞAHIDÊ BÛYERÊ HEYE    Serzogeriyên komarê yên Mêrdîn û Rihayê heta niha jî derheqê mijarê tu lêpirsînek nedane destpêkirin. Lê malbata El Ehmed ji bo girtina kujeran, serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan. Xizmên El Ehmed ên li Mêrdînê, serî li Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Mêrdînê dan. Hat zanîn ku li Taxa Eradê ya Navçeya Qoser a Mêrdînê îşkence li El Ehmed hatiye kirin. Di daxwaznameya giliyê de diyar bû ku şahidên bûyerê jî hene. Yek ji xizmên El Ehmed ku roja bûyerê bi wî re bû û reviya bû, bûbû şahidê îşkenceya li El Ehmed hatiye kirin.    ‘KESÊB CILÊN LEŞKERAN LI XWE KIRÎN’   Di daxwaznameyê de hat gotin ku El Ehmed ji hêla ‘kesên cilên leşkeran li xwe kiribûn’ ve hatiye girtin, piştre tê îşkencekirin û rojek piştre anku di 28’ê mijdara 2021’an de jî diavêjin aliyê din ê sînor. Xizmên El Ehmed dan zanîn ku beriya niha jî çûbûn Walîtiya Mêrdînê û serlêdana sûc kiribûn lê ji wan re hatiye gotin ku divê ji xwe re parêzer bigirin û paşve şandine.   Xizmên El Ehmed di daxwaznameyê de dibêjin ku heke şahidê bûyerê bê guhdarkirin, dê şahidiya bûyerê bike û xwestin ku dîmenên kamerayên li ser sînor bên vekolandin.    TÊKILDARÎ BÛYERÊ    Hêjayî bibîrxistinê ye ku parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di 2’yê kanûna 2021’an de li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ev bûyer kiribû rojev. Bi derhîkirina bûyerê re Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Îsmaîl Çatakli ev bersiv dabû: “Li gorî min, bersiva ku tê dayîn an jî bersiva ku em li bendê ne dê herî zêde bi kêrî karê Yewnanistanê bê. Lewma hewce nake ez bersivê bidim.”    MA / Ahmet Kanbal