Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin 2022-02-04 12:36:35 AMED - Li Amedê gelek esnafan bi nivîsa “dişêlînin" ku bi camên kargehên xwe ve kirin, bertek nîşanî fatûrayên zêde yên ceyranê dan.  Li Çewligê li dijî zemên fatûrayên ceyranê, dikandarekê nivîsa “dişêlînin” bi cama kargeha xwe ve kiribû. Piştî vê yekê li Amedê jî hin dikandaran heman nivîs bi camên xwe ve kirin. Gelek dikandarên li semta Ofîsa girêdayî navçeya Yenîşehîrê nivîsa “Şêlan heye! Ji zilma TEDAŞ’ê re na” bi camên dikanên xwe ve kirin û bertek nîşanî fatûrayên zêde yên ceyranê dan.    ‘DI DESTÊ ME DE TIŞTEK NAMÎNE’   Yek ji esnafên ku telefonan difiroşe Davûd Karakûzû, bertek nîşanî faturaya ceyranê ya hezar û 150 lîre da. Karakûzû, da zanîn ku ji ber vê yekê nivîs bi cama xwe ve kiriye û bi lêv kir ku bi zamên meha Çileyê wê fatûrayên bilindtir werin. Karakûzû, diyar kir ku wê ji niha şun da serî li ber fatûrayên bilind natewînin û wiha got: “Sînorê jiyanê yê mirovekî heye, nikare ji li ser wî sînorî bijî. Esnaf dikare komple kepenk daxîne. Ne dûr e. Kar tune ye. Heke mehê 4 hezaran karê me hebe jî hezar û 150 lîre diçe ceyranê, 2 hezar lîre didin personel, hezar lîre xwarin, di destê me de tiştek namîne. Em weke dikardar gelek mexdûr in kesên diaxivin gelek in lê çareserî tune ye.”   HATE ASTA GIRTINÊ   Dikandar Şiyar Goktîmûr ê nivîs bi kargeha xwe ve kirî jî bertek nîşanî fatûrayên bilind da û wiha axivî: “Fatûrayên me yên mehên Mijdar û Kanûnê yên sala 2021’ê 500-600 lîre bûn lê niha ev fatura bûne 2-3 hezar lîre.” Goktîmûr, bi lêv kir ku bi daneyên TUÎK û daneyên enflasyonê hewl didin ser zamên bilind peçinînin û wiha berdewam kir: “Berê me qezenç dikir lê niha em nikarin qezenç bikin. Ji ber ku 5’an em didin dewletê yek ji me re dimîne. Tenê ne ceyran bihayên sigorteyê jî meha derbasbûyî 900 lîre bûn vêgavê bûye hezar û 600 lîre. Mûçeyê personel jî wisa ye. Ev mafê hevalên me yên kedkar e. Lê dema mesrafên me zêde bûn em nikarin van jî pêşwazî bikin. Em hatine asta ku dikanên xwe bigirin.”   ‘JI RÊ DERKETÎ YE’   Goktîmûr, anî ziman ku ji wî re herî dawî hezar û 920 lîre faturaya ceyranê hatiye û got: “Ev fatura ji kargeha ji 14 metrekare pêk tê re hatiye. Me hêj fatûre nedane. Em nikarin klîmayê jî bixebitînin. Tenê sobeyeke, lambeyên spot û led in. Wekî din tiştekî din nîne. Fatûrayên ku ji hevalên me yên dikanên wan ji 20-30 metrekare pêk tên re ji kirêyên wan zêdetir fatûra tên. Ev yek ji rê derketiye.”