Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e 2022-02-04 10:40:16 ENQERE - Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol da zanîn ku serkeftina li dijî faşîzmê, bi têkoşîneke hevpar pêkane û wiha got: “Ew kesên ber bi sêdarê ve diçûn, ev rastiye bi dirûşma ‘bijî têkoşîna hevpar a gelên kurd û tirk’ nîşan dan.” Li ser bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek rêxistin û partiyên siyasî civiyan. Niha jî hemû kes li çavrêye bê ka di rojên pêş de dê çi gav bên avêtin û li benda ragihandina bernameyê ye.      Hevdîtina HDP û partî û rêxistinên din, ji hêla gelek derdoran ve hat nirxandin û gelek gotar li ser hatin nivîsandin. Yek ji van kesan jî nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol e. Aykol ev zêdetirî 25 sal in li ser dîroka partiyên siyasî lêkolînan dike. Aykol ev tecrûbeyên xwe jî di pirtûka xwe ya ‘Rêxistinên Çep ên li Tirkiyeyê’ de vedibêje. Aykol têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.    Aykol diyar kir ku dema dibêjin tevgera azadiyê ya kurd, qala gelek saziyan tê kirin û wiha domand: “Ev saziyên behsê xeberê ji bo demokratîkbûna Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq, Ewropa û dewletên lê dimînin têdikoşin. Yek ji van saziyan jî HDP ye ku sêyemîn mezintirîn partiya meclisê ye. Di têkoşîna demokrasiyê de HDP bi rolekî girîng radibe û heta em dikarin bibêjin pêşengtiyê dike. CHP, partiyeke sosyal demokrat e lê bi vê rola xwe ranabe. CHP û ÎYÎ Partî naxwazin bi sosyalîstan re tevbigerin. Heta ÎYÎ Partî ji ber bîrdoziya xwe hewl dide van partiyan tune bike. Lewma valahiyekî mezin heye. Divê ev komên din hêzên xwe bikin yek û bi hev re têbikoşin. Ev gelek girîng e.”    ARMANCA HATINA BA HEV    Di berdewamê de jî Aykol da zanîn ku Anatoliya herêmêke mozaîke û wiha domand: “Lewma hewcehî bi partiyên cuda heye. Lê çi dibe bila bibe tekane rêya serkeftinê ya li hemberî faşîzmê, avakirina têkoşîneke hevpar e. Dibe ku partî û rêxistinên cuda hebin lê ya girîng ew e ku ev partî û rêxistin di mijara têkoşîna hevpar de jidil bin. Bi sedan rêxistin hene ku dikarin bên cem hev lê niha her yek bi serê xwe ye. Ji ber ku pêşengê wan çi bibêje bi wê dikin. Naxwazin rehetiya wan xera bibe lewma jî nakevin nava ti hewldanan. Nexwe yên ku têkoşîna hevpar didin, her tim li dijî îktîdarên rastgir encamekî bi dest dixin û hîn mezintir dibin.”   ‘TEVGERA AZADIYA KURD DERIYÊN XWE VEKIRIN’   Di dawiya axaftina xwe de jî Aykol ev nirxandin kir: “Çepa Tirkiyeyê carnan bedelên giran dan. Pêşengên wan hatin kuştin. Mirov pê xemgîn dibe ku di rewşa heyî de mirov bi hincetên cuda ji têkoşîna hevpar direvin. Nexwe tevgera azadiyê ya kurd baweriya xwe bi biratiya gelan tîne û dibêje ku heta têkoşîneke hevpar nebe, serkeftin jî nepêkan e. Deriyê derfetên têkoşîna 40 salan li rêxistinên tirk, Tirkiyeyî û çep vekirin. Avakirina têkoşîneke hevpar gelek girîng e. Dema pêşengên ewil ên tevgerên şoreşger ber bi sêdarê ve diçûn ev rastiye bi vê dirûşmê ‘bijî biratiya gelên kurd û tirk’ anîn ziman. Tevgera azadiyê ya kurd jî di vê mijarê de biisrar e. Ya girîng, têkoşîna hevpar e.”    MA / Zemo Aggoz