Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan 2022-02-04 09:06:31 AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr ku têkildarî biryara "binpêkirinê" ya DMME'yê ya derbarê 40 HDP'iyên destnedayîna wan hatibû betalkirin de axivî, destnîşan kir ku divê darizandin bê sekinandin û siyasetmedarên girtî bên berdan.  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), têkildarî betakirina destnedayîna 40 HDP'iyan û darizandina wan de biryara "binpêkirina azadiya fikr û ramanê" da. Her wiha DMME'yê di biryara xwe de diyar kir ku divê serê siyasetmedarekî 5 hezar eûro tazmînat jî bê dayîn.    DMME'yê ev biryar Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ji bo 40 HDP'iyan da.    Piştî vê Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest demildest biryara DMME'yê pêk bê û siyasetmedarên girtî bên berdan. Her wiha parêzer jî piştî biryarê dest bi amadekariyên serlêdanê kirin.    REWŞA 15 PARLEMENTERÊN DIN   Wê demê piştî guherandina qanûna bingehîn ji 59 parlementerên HDP'î, destnedayîna 55 parlementeran hatibû betalkirin. Piştî biryara DMME'yê ya têkildarî 40 parlementeran de, vê carê pirsa "Çima ji bo 15 parlementerên din serlêdan nehatiye kirin?" xwe da der.    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede têkildarî vê pirsê daxuyanî dabû. Dede, diyar kiribû ku ji ber ku ev doz şopandineke cidî divên, wê çaxê biryar hatiye dayîn ku parêzerên taybet ên hevalên parlementer dozên muwekîlên xwe bişopînin. Dede, diyar kiribû ku komîsyona wan a hiqûqê li gor dîtinên hiqûqnasên pispor mînaka serlêdanê amade kirine û di vî warî de çi piştgirî hewce bûye dane parêzeran, lê belê di warê serlêdanan de endamên komîsyonê rasterast ne şopdar bûne.    Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr ku parêzerê Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û parlementerên berê Ahmet Yildirim û Nadîr Yildirim e, biryara DMME'yê nirxand.    'TAHLİYE EDİLMELİLER'   Parêzer Ozdemîr, destnîşan kir ku piştî biryara DMME'yê demildest divê darizandina parlementeran bê sekinandin, biryara berdanê bê dayîn û darizandin bi beraetê bi dawî bibin.    Ozdemîr, bilêv kir ku li gel vê guherandina qanûna bingehîn a têkildarî betalkirina destnedayînê jî divê di çarçoveya ku zirarek çawa daye pergala hiqûqê ya welêt û jiyana siyasî ya demokratîk de bê nirxandin.    Ozdemîr got: "Piştî biryara DMME'yê, ji bo careke din pêvajoyeke wiha rû nede, divê di warê guherandina qanûna bingehîn û pêkanînên îdarî û edlî de tevdîr bên girtin."    WÊ TIRKIYE GAV BAVÊJE YAN NA?   Gavên divê bên avêtin ev in, lê pirsa ku herî zêde bersiva wê tê meraq kirin jî ev e: Gelo dê Tirkiye wekî biryara derbarê Demîrtaş û Osman Kavala de li ber vê biryara binpêkirinê jî rabe yan na?   Ozdemîr ji bo vê pirsê ev tişt gotin: "Ji hêla pergala darazê ya Tirkiyeyê ve nepêkanîna biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de, wisa nîşan dide ku dê xwe pir nede ber pêkanîna vê biryarê jî. Wer xuya ye DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî hay ji vê hene. Haya me jî ji vê heye. Lê di vî warî de, di çarçoveya hiqûqa navxweyî de çi hewce be em ê bikin, em ê serlêdanên xwe bikin. Ger wekî biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de liv û tevgerek hebe û neyê pêkanîn, em ê pêvajoya li Komîteya Wezîran bi awayekî çalak bi rê ve bibin."    MA / Omer Çelîk - Ceylan Şahîn