Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn 2022-02-03 22:41:40     ÎZMÎR - Li A.O.'yê ku li Karşiyaka ya Îzmîrê dest dirêjî keça xwe kiribû, 40 sal û 6 meh ceza hat birîn.    Li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê A.O. 3 salan li ser hev dest dirêjî keça xwe ya 13 salî kiribû. Îro danişîna biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Îzmîrê hat lidarxistin. A.O.'yê girtî û parêzerên wî û Seroka Komeleya Têkoşîna Li Dijî Destdirêjiya Li Zarokan a Saadet Ogretmen Saadet Ozkan û endamên komeleyê tevli danişînê bûn.    Di danişînê de parêzerên mexdûr xwestin cezayê herî giran li A.O. bê birîn. Parêzerê A.O. jî parast ku bêbextî xistine stuyê muwekîlê wî û doza beraeta muwekîlê xwe kir.   Di îdianameya hat amadekirin de hat xwestin ku bi sûcê "destdirêjiyê" û "muameleya xirab" A.O. bê cezakirin. Dozger jî di mutalaayê de xwest A.O. bi sûcê "destdirêjiyê" bê cezakirin.   40 SAL Û 6 MEH CEZA   Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Heyetê bi sûcê "destdirêjiyê" 18 sal ceza li A.O. birî. Lê paşê ji ber ku dest dirêjî keça xwe kiriye cezayê wî zêde kir û bi giştî 40 sal û 6 meh ceza lê birî û danişînê bi dawî kir.