Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat 2022-02-03 16:57:49   AMED - Baroya Amedê, diyar kir ku li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hatiye û serdegirtinê şermezar kir.    Baroya Amedê, derbarê serdegirtina avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê de daxuyaniyeke nivîskî da û serdegirtina îHD'ê şermezar kir. Baroyê, daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hatiye û da zanîn ku wê di pêvajoya hiqûqî de dê piştevaniya ÎHD'ê bikin.