AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir! 2022-02-03 13:21:51 STENBOL - Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê a derbarê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û her sê girtiyên de ku kiribûn, red kir.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 24’ê kanûna 2021’an de bi daxwaza “tedbîrê” ji bo miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM’ê serlêdana parêzeran red kir. AYM’ê di 12’ê çile de biryara redê daye lê lê ev biryar di 31’ê çileyê de ji parêzeran re hat ragihandin.    AYM di biryara redkirina serlêdanê de îdia dike ku tu agahî û tiştek neyînî ku talûkeyek cidî bide der, tiştek neasayî nehatiye bidestxistin û lewma serlêdan hatiye redkirin.     BEHSA HEVDÎTINA DAWÎ HAT KIRIN    Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kiribû ku ew bi daxwaza tedbîrê vê serlêdanê dikin û di serlêdanê de behsa hevdîtina herî dawî ya di 25’ê Adara 2021’an de ya li Gel Ocalan hatiye kirin. Parêzeran di serlêdanê de xwestibû ku ji bo miwekîlên wan Ocalan û her sê girtiyên li cem wî biryara tedbîrê were girtin.    Her wiha tu bersivê nedan serlêdana parêzeran a têkildarî esasê.   MA/ Ferhat Çelîk