Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim 2022-02-03 12:54:47 RIHA - Emîne Şenyaşar a ku nobeda xwe ya edaletê didomîne diyar kir ku ew ê ji ber edliyê neçin cihek din û xwest lawê wê yê girtî were berdan.  Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edale pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 332’yemîn de li ber edliyê berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar îro jî ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin ber edliyê û nobedê girtin.    'DIVÊ HEMÛ GIRTÎ WERIN BERDAN’    Emîne Şenyaşar diyar kir ku salek e li ber edliyê tevî hewa germ û sar jî nobedê digirin û wiha got: “Gelo kes me nabîne? Bila lawê min ê girtî were berdan. Em ji bo wî li vir rûdinên. Bila tenê ne kurê min divê hemû girtî werin berdan. Ji malbata me sê kesan kuştin, Ferît birîndar kirin. Lawê min jî avêtin hepsê. Gelo ev wîjdan û edaletek çawa ye?”    Emîne Şenyaşar herî dawî wiha got: “Êdî bes e, bila lawê min ji hepsê derkeve. Dixwazim beriya bimirim, lawê xwe bibînim. Heke lawê min dernekeve jî bila mirina min li ber edliyê bibe. Heta ku lawê min bernedin em ê ji ber edliyê neçin cihekî din.”