Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye 2022-02-03 12:39:47   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku dema wê ya ragihandinê bi dawî bû "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" kir. Beriya azmûnê endamên BEM-BÎR-SEN'ê hatine haydarkirin û ji bo 40 qadroyî tenê wan serî lê azmûnê daye.   Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Wali Munîr Karaloglû û rêveberiya xwe ya ji bajarên cuda ava kiriye, di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kirin. Hat hînbûn ku rexmî ragihandina wê qanûnî ye jî qeyûm û rêveberiya xwe bi zanebûn piştî bi dawibûna dema wê "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" kirine û ji bo azmûnê tenê endamên Sendîkaya Yekitiya Xebatkarên Îdareya Taybet û Şaredariyê (BEM-BÎR-SEN) haydar kirine.    AGAHDARÎ NEKIRINE   Li gorî agahiyên hatine wergirtin, şaredariyê biryar daye ku di 15 çileyê de azmûnê ragihîne. Lê di nav dema ku ji bo 15 rojan hatiye diyarkirin de ragihandina azmûnê nehatiye kirin. Piştî bi dawîbûna vê demê, di 1'ê sibatê de tenê agahdariya azmûnê li panoya sereke ya şaredariyê hatiye kirin û di 2'ê sibatê de ev agahdarî ji panoyê hatiye rakirin.    TENÊ BEM-BÎR-SEN'Ê SERÎ LÊ DANE   Her wiha hat hînbûn ku rêveberiya qeyûm piştî ku agahdariya azmûnê li panoyê kiriye û berî ku rabike agahî daye rêveberiya BEM-BÎR-SEN'ê. Li ser vê Alîkarê Serokê BEM-BÎR-SEN'ê yê Amedê Abdullazîz Arî û Nûnerê BEM-BÎR-SEN'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nedîm Erîk jî di nav de 40 endamên BEM-BÎR-SEN'ê ji bo 40 qadroyên ku 29 ji wan ê miduriyetê ne serlêdan kirine.    8 ENDAMÊN BEM-BÎR-SEN'Ê ÎSTIFA KIRIN   Piştî ku bertekên li dijî vê rewşê li şaredariyê zêde dibin rayedarên rêveberiya qeyûm angaşt dikin ku beriya 15 rojan ragihandina azmûnê li panoya şaredariyê kirine. 8 endamên BEM-BÎR-SEN'ê ku ji vê rewşê aciz bûn ji BEM-BÎR-SEN'ê îstifa kirin û bi Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUMBEL-SEN) re ketin têkiliyê.    WÊ TUMBEL-SEN MIJARÊ BIBE DARAZÊ   Hevserokê TUMBEL-SEN'ê Mehmet Candar, derbarê mijarê de axivî û got ku wê mijarê bibin darazê.