Zeydan çû serdana HDP’ê 2022-02-03 12:07:29   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan piştî 5 salên li girtîgehê, çû serdana Navenda Giştî ya partiya xwe.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, di operasyonên hemwext ên di 4’ê mijdara 2016’an de hatibû girtin. Zeydan piştî ku hate berdan, çû serdana Navenda Giştî ya partiya xwe.    VEGERIYA MALA XWE   Zeydan ji hêla Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Berdevka Partiyê Ebrû Gunay ve hat pêşwazîkirin. Navenda Giştî ya HDP’ê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî têkildarî serdanê ev agahî parve kir: “Abdullah Zeydan piştî 5 salan dîsa li mala xwe vegeriya. Hevserokê me yê giştî Sancar û  berdevka partiya me Gunay pêşwaziya Zeydan kir. Bi xêr hatî @AbdullahZeydan. Ew roj nêz in ku em hemû hevalên xwe yên dîlgirtî bi hev re pêşwazî bikin.”    Zeydan, di operasyona li dijî HDP’ê ya di 4’ê mijdara 2016’an de hate binçavkirin. Piştre jî bi îdiayên ‘alîkariya rêxistinê kiriye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 8 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hat birîn. Lê cezayê Zeydan li Dadgeha Bilind hat xerakirin û di 7’ê çileyê de hate berdan.