Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69 2022-02-03 11:44:30 ENQERE - Li gorî daneyên TÛÎK'ê ku ji wan nayê bawerkirin, enflasyon mehane derketiye ji sedî 11.10 û enflasyona salane jî derketiye ji sedî 48,69’an.  Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛİK) ku beriya demekê serokê wê Saît Dînçer ji peywirê hat girtin û Erhan Çetînkaya li şûna wî hat peywirdarkirin û ji daneyên wê nayê bawerkirin, daneyên enflasyonê yên meha çileyê aşkera kir. Li gorî daneyên ku aşkera kiriye, enflasyona mehane ji sedî 11,10 zêde bûye û enflasyona salane ji sedî 48,69 zêde bûye. Bi vî rengî enflasyon ji Nîsana 2002'an û vir ve gihîşt asta herî bilind a 20 salên dawî.   Li gorî Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) ku saziyeke serbixwe ye, enflasyona mehane ji sedî 15.52, enflasyona salane jî ji sedî 114.87 e.   Tê zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo têkçûna aboriyê veşêre dest li hejmarên TUÎK'ê wer dide û enflasyonê kêm nîşan dide.