Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin 2022-02-03 10:56:46   AMED - Dozger di doza rojnamevan Mehmet Şahîn de mutalaya xwe dubare kir û jê re heta 15 salan cezayê hepsê xwest.    Rojnamevan Mehmet Şahîn bi hêceta di salên 2010-2013’an de li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xebitî ye û beşdarî daxuyaniyan bûye û bi çavkaniyên xwe nûçeyran re axivî ye tê darizandin. Şahîn bi îdiaya “rêxistin ava kiriye û birêve biriye” doz lê hatiye vekirin. Danişîna 11’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Şahîn û parêzerê xwe Resûl Tamûr beşdarî danişînê bûn.    Hat dîtin ku şandeya dadgehê guheriye û şandeya nû hatiye tayînkirin zabitên danişîna berê xwend. Dadger got ew nimûneya îfadeyê ji polîsan hatiye xwestnin nehatiye û ji ber xwe negihandine şahidê nepen ê bi navê “Kaplan” îfadeya wî nehatiye girtin.    Dozger derbarê dozê de mutalaya xwe ya danişînên berê dubare kir û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” xwest heta 15 salan cezayê hepsê li Şahîn were birîn.    Şahîn û parêzerê xwe jî ji bo dikaribin parastina xwe bikin daxwaza demê kirin. Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişînê taloqî 10’ê sibatê kir.