Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin 2022-02-02 17:13:11   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestîcîoglû ku parastina Parlamentera HDP'ê Guzel kir, ev tişt got: "Şahidê nepen ne hiqûqî ye, divê rabe. Ev ne yekemîn e lê em dubarebûna dîrokê temaşe dikin."   Komîsyona Amedekariyê ku ji bo rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê hatibû avakirin, cara sêyemîn li hev civiya. Li şûna Guzel Parlamentera HDP'ê ya Enqerê Fîlîz Kerestîcîoglû parastin kir. Piştî parastinê Kerestecîoglû pirsên rojnamegeran ên derbarê miajrê de bersivand û ev tişt got: "Ev darizandineke siyasî ye. Ne tenê pêvajoyeke ji bo Semra Guzel e. Ji Leyla Zana ve wiha ye. Şahidê nepen ne hiqûqî ye, divê rabe. Bûyereke dema pêvajoya çareseriyê ye. Heke ev sûc be divê ji bo herkesî sûc be. Ev ne yekemîn e lê em dubarebûna dîrokê temaşe dikin."   WÊ KOMÎSYON SIBÊ DÎSA BICIVE   Wê komîsyon sibê saet di 14.00'an de careke din li hev bicive. Rapora ku ji aliyê komîsyonê ve bê amadekirin wê heta roja înê bê temakirin. Piştî ku bê amadekirin wê rapor ji Komîsyona Tevlîhev a ji Komîsyona Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê pêk tê re bê şandin.