Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin 2022-02-02 17:05:38 AMED - Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez a ji heman îdiaya ku jê hatibû berdan dîsa hat girtin.  Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Amedê Seval Gulmez di 31’ê çile de hatibû binçavkirin û ji ber testa wê pozîtîf derket hatibû berdan. Gulmez îro dîsa hat binçavkirin û birin Dadgeha Amedê. Gulmez a ku di nîsana 2021’an de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û pişt re hat berdan dîsa îro bi heman îdiayê hat girtin. Dozger bi daxwaza girtinê Gulmez sewqî 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê kir. Dadgehê 21 çalakî, çûyîna taziyeyan, roportaj û çar pirtûkên li mala wê kir hêceta girtin ê û biryara girtina wê da.   Gulmze îdia û sûcên li ser xwe red kir û xwest were berdan. Tevî vê yekê jî dadgerê ew da girtin û şand Girtîgeha Amedê.