Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan 2022-02-02 16:50:14   MEXMÛR - Duh bişev balafirên Tirkiyê Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengalê û Dêrika Rojava bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên wargehê ji duh ve li dijî êrişan li ser piya ne û îro xwepêşandan li dar xistin û cangoriyên xwe veşartin.    Balafirên şer ên Tirkiyê duh bi şev di saet 22:00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Dêrika Rojava bi dijwarî bombebaran kirin. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.   Şêniyên wargehê ji duh bi şev ve li ser piyanin, îro xelkê Mexmûrê ji bo cangoriyên xwe daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin. Meş di saet 11:00’an de li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha dest pê kir. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn û bi tundî êrişa Tirkiyê şermezar kirin.   Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Girseya gel heya ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li nav Wargehê meşiyan. Li vir Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.   'TIRKIYE LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ ÊRIŞ DIKE'    Budak destpêkê êrişê bi tundî şermezar kir û got: “Duh bi şev êrişek hovane li ser wargeha me çêbû, lê Mexmur weke her carê dîsa sekna xwe raber kir. Heya siharê kes ne raza û bi vê sekna xwe dijminê hov têkbir. Dijmin li hemberî sekna gelê Mexmûrê têkçûye, her kes û cîhan jî vê dît û dibîne. Lewre Tirkiye bi hemû hêza xwe êriş dike.   Dewleta Faşist a dagirker xwest di sedsala 21 an de bi Kurdan bide wendakirin, lê hesabê wan negirt û bi binketin. Hesabê dewleta Tirk ji aliyê gelê Mexmûrê ve hate têkbirin. Mexmur hafizeyek zindiye, ji bo dewleta Tirk bikare vê seknê vale derbixe, bi her awayî êriş dike. Dixwaze keda 27 salan vale derbixe, lê îro helwesta gelê Mexmûrê nîşandayî, bû sedema têkbirina armanca Tirkiyê."   Piştî Budak berpirsê Hizba Komûnîst ya navçeya Mexmûr ya ser bi Musilê Hevrê Rêbwar jî axivî. Rêbwar jî êrişa ser Mexmûrê bi tundî şermezar kir û got: “Em ji gelê Mexmûrê re sersaxiyê dixwazin, Berxwedana Kurdan we dike ku êriş çêbibin, ev êriş yek ji siyaseta wane.” ,   Piştî axaftinan girseya gel berê xwe da be derê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê.   Li vir ji bo her du kesên jiyana xwe ji dest dabûn merasîm hat lidarxistin. Şêniyên Wargehê bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi cangoriyên xwe re berz kirin.    Li vir Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Yusif Kara axivî. Kara destpêkê soza dewamkirina têkoşîna şehîdan da û got: “Emê ji bo zilm û faşîzm dawî were, heya dawî têbikoşin û berxwe bidin. Emê vê berxwedanê tacîdar bikin.”   Piştî merasîmê jinan darbesta cangoriyên xwe hilda ser milan û birin goristanê veşartin.