Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin 2022-02-02 16:36:25   STENBOL - Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de îfade da dozgeriyê.    Derbarê nûçegihana JinNewsê Nişmiye Guler de ji alyê Serdozgeriya Komarê ya Bismilê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn ji sala 2021’an ve hatiye destpêkirin. Polîsan serê sibehê Guler ji mala wê ya li Stenbolê girtin û birin Dadgeha Çaglayana Stenbolê. Guler li vir bi SEGBÎS’ê girêdan Serdozgeriya Komarê ya Bismilê û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê” îfade da.     Lêpirsîn di encama beyanên şahidek navê wê Gul Tanriverdî de hatiye destpêkirin. Twîtên Guler ên derbarê rojnamevan Denîz Firat a ji aliyê DAIŞ’ê ve hat qetilkirin û hevdîtina parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek sûc hatine nîşandan.    Dozger û dadgerê Bismilê îfadeyên Guler girtin û bi biryara qedexeya derketina derveyî welat û di mehekê de du cara biçe qereqolê kaxez îmze bike berdan.