Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin 2022-02-02 15:44:01   RIHA – Di encama serdegirtina taxên Haciler, Salûca û Qabarcik ên navçeya Heweng a Rihayê de 4 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de, hêzên cendirmeyan îro li gundewarên navçeya Heweng a Rihayê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinê de 4 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de li taxa Hacilerê welatiyên bi navên Bêrîvan Kocaoglu û Îbrahîm Duran, li taxa Salûcayê Îsmaîl Kara û li taxa Qabarcikê jî Mehmet Duymaz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatine binçavkirin. Hat zanîn ku welatiyên binçavkirî niha li Şaxa TEM’ê ya Gerînendetiya Ewlekariyê ya Rihayê tên girtin û biryara sînorkirinê li ser dosyaya wan heye.