Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê 2022-02-02 15:13:13 AMED- Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo pêşîlegirtina tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê û başkirina mafên reha, dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakî didome û xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku heke mafên wan neyên dayîn, dê di 8’ê sibatê de dest bi grevê bikin.   Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo pêşîlegirtina tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê û başkirina mafên reha, dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakî di 26’ê çileyê de dest pê kiribû û heta 8’ê sibatê jî dê bidome. Endamên platformê di çarçoveya plansaziya çalakiyan de îro li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li gel endamên sendîqayan, her wiha gelek xebatkarên tenduristiyê jî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li ked û pêşeroja xwe xwedî derkevin” vekiribûn û çalakvanan dirûşma “Ked a me ye, gotin a me ye” berz kirin.    HETA MAFÊN XWE DISTÎNIN DÊ ÇALAKIYÊ BIDOMÎNIN    Di çalakiyê de ji ewil Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan axivî û diyar kir ku heta mafên wan tên dayîn dê çalakiya xwe bidomînin. Turan got ku ew kedê didin lewma mafê gotinê jî yê wan e. Turan da zanîn ku heke mafên wan neyên dayîn, dê bi hêza keda xwe di 8’ê sibatê de biçin grevê.      Piştre jî Serokê Şaxa SES’a Amedê Yildiz Okorak daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin parvekirin:    “*Bila xizmetên tenduristiyê yên asta yekemîn ku xizmetên tenduristiyê yên parêzger esas digirin bên avakirin û rêziknameya cezayê bê betalkirin.   *Bila hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi kadro bên zêdekirin û derkeve rêjeya navendî ya OECD’ê.    * Di serî de yên bijîşkên asîstan, divê xebatên demdirêj û angarya bên rakirin.    * Betalkirina heqê reçete û tevkariyê ya di xizmetên tenduristiyê de.    *Derxistina qanûna nexweşiyên pîşeyî ya ji ber nexweşiyên giran û COVÎD-19’ê.    * Ji bo tenduristiyeke çalak bila qanûna tundiyê ya tenduristiyê bê derxistin û plansaziya kargehên biewle bê kirin.   *Ji bo tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê divê qanûn were derxistin. Û plansaziya kargehên biewle were kirin.    * Bil tayînên bêliyakat, lêpirsîn, mobbîng, lêpirsînên ewlekariyê û sepanên bi KHK’yan tên ferzkirin bi dawî bibin.    * Li kargehên tenduristiyê yên taybet divê zexta cîroyê, taşeronîkirin û xebata bêtemînat bi dawî bibin.    * Hewceye mekanîzmayeke wisa bê avakirin ku ji plankirina xizmetên tenduristiyê heta pêşkeşkirina wan, di hemû pêvajoyan de rêxistinên kedkarên tenduristiyê tê de cih bigirin.”   Herî dawî jî hat gotin ku dê endamên platformê vê êvarê saet di 17.00’an de biçin serdana çalakvanên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê nobeda sipî digrin.