DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da 2022-02-02 14:53:26 AMED- DFG'ê bi daxuyaniyeke çapameniyê rapora xwe ya binpêkirina mafê rojnameyan a meha çileyê aşkera kir. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, bertek nîşanî astengkirina Rojnameya Xwebûnê da û da zanîn ku di meha çileyê de 13 malper û 50 nûçe hatine astengkirin.     Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, rapora xwe ya binpêkirina mafê rojnamegeran a meha çileyê, li ber Biryardariya Mafê Mirovan a Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û geleke rojnameger tevlî daxuyaniyê bûn. Her wiha Hevserokên HDP'a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan jî tevlî daxuyaniyê bûn û piştevaniya rojnamegeran kirin.    Daxuyaniya hatibû amadekirin hem bi kurdî hem jî bi tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî Hevserokê DFG'ê Serdar Altan û daxuyaniya tirkî jî Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû xwend.    'DESTHILATA DIXWAZE ÇAPAMENIYÊ YEK DENG BIKE'   Serdar Altan, diyar kir ku di her şert û mercî de pêdivî pê heye ku rojnamevan û saziyên çapemeniyê bêne parastin û desthilat destê xwe bi temamî ji qada ragihandinê bikişîne û wiha got: "Lê mixabin li Tirkiyê desthilat berovajî vê yekê tevdigere û dixwaze çapemeniyek yek reng û yek deng ava bike. Ji bo vê jî di serî de saziyên girêdayî xwe ava dike. Yên ku nakevin bin emrê wê jî dixwaze bi zext û pêkutiyan bêdeng bike."   ÇAPAMENIYA KURD Û MUXALÎF   Altan, bal kişand ser giştînameya ku roja 28'ê çileyê ji aliyê Serokkomariyê ve hatibû weşandin û astengkirina weşanên kurd û muxalîf û ev tişt gotin: "Roja 28’ê Çileyê Saziya Zanistiya Teknolojiyê û Ragihandinê biryareke ecêb da. Malperên dîjîtal yên 8 saziyên ragihandinê bi hinceta “ewlehiya netewî û parastina sazûmaniyê” hatin asteng kirin. Ev sazî; Ajansa NûJinha, rojnameya Xwebûn, Yeni Yaşam, Alinterî, Yenî Demokrasî, Komun Dergî, Kizil Bayrak û Ûmût bûn. Her wiha li gorî rapora me ya meha Çileye ev hejmar 13 malperên înternetê ne. Tenê ajansa ETHA’yê di nava vê mehê de 3 caran hatiye astengkirin. Weke ku xuyadike tevahiya van saziyan; an saziyên çapemeniya Kurd in, an jî yên çepgir in. Yanî bi tevahî ragihandina muxalîf û azad in. Ango ne saziyên di nava hewzê de ne!"   ASTENGKIRINA XWEBÛNÊ   Di berdewanê de Altan derbarê astengkirina Rojnameya Xwebûnê de ev tişt anîn ziman: "Bi taybet astengkirina tekane rojnameya Kurdî Xwebûn û dîsa tekane ajansa jinan ya cîhanî NûJinha, hem ji hêla tevahiya qada ragihandinê ve, hem jî hêla gel ve bi xembarî hate pêşwazîkirin. Di van rojên ku zimanê Kurdî bêtir di rojeva Kurdan de ye, rojnameya wan a weke roniya çavê wan e tê astengkirin. Helbet ev yek aciziyekî mezin bi xwe re tîne. Lê belê nêzîkatiya dewletê di derbarê zimanê Kurdî de ji nêz ve tê zanîn. Ev yek bi qedexekirina muzîka Kurdî ya li Stenbolê jî careke din xwe da der. Lewma qedexeya li ser rojnameya Kurdî ji me re ecêb nayê. Lê ev nayê wê wateyê ku em van biryarên derhiqûqî qebûl dikin. Berovajî; ji bo ku biryarên bi vê rengê pêk neyên emê bêhtir têbikoşin."   'EM DI PAŞ DE GAV NAVÊJIN'   Altan, got ku ew weke rojnamegerên rêya heqîqetê vê zilm û binpêkirina mafên rojnamegeran qebûl nakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em rojnameger in, saziyên me saziyên ragihandina civakê ne û ji bo welateke demokratîk û azad têdikoşin. Mafê tu kesî tuneye ku gel ji agahiyan bêpar bihêle û rojnamevan ji qada nûçeyan dûr bêxe. Ji bo wê bila zulimkar û zordest destê xwe ji ser rojnamevan û saziyên wan bikişînin. Lewma dûbare em dibêjin; em li vir in û ji vir gavek paşde navêjin."   HÛRGULIYÊN RAPORÊ   Agahiyên binpêkirinên mafên rojnamegeran ên meha çileyê jî wiha ne;   Rojnamegerên êriş li wan hatiye kirin: 1   Rojnamegerên bi ser malên wan de hatiye girtin: 3   Rojnamegerên hatine binçavkirin: 6   Rojnamegerên hatine binçavkirin: 2   Rojnamegerên mehmeleya xerab li wan hatiye kirin: 4   Rojnamegerên gef li wan hatiye xwarin: 3   Rojnamegerên ku şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin: 6 bûyer   Rojnamegerên girtî ku mafê wan hatine binpêkirin: 2   Rojnamegerên ku derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 6   Rojnamegerên ku doz li wan hatine vekirin: 1   Rojnamegerên ku ceza li wan hatine birîn: 3 / mubetek û 4 sal û 2 meh û 4 roj ceza   Rojnamegerên ku darizandina wan didome: 48 / 33 dosya   Hemara rojnamegerên girtî (Heta 2'yê sibatê): 65   Rojnamegerên ku ji kar hatine derxistin: 1   Cezayên ku RTUK'ê birîne: hejmara weşanan 3, hejmara cezayan 5, hejmara qedexeya weşanê 7    Hejmara malperên înternetê ku hatine girtin: 13   Nûçeyên ku hatine astengkirin: 50   Naverokên medya sanal ku hatine astengkirin: 2