Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn 2022-02-02 13:07:57   MELETÎ – Derheqê nûçegihanê me Emrullah Acar de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Dozgeriyê ji bo rojnameger Acar biryara neşopandinê da.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê de, derheqê nûçegihanê me Emrullah Acar de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Acar di 19’ê mijdara 2021’an de li Rihayê di serdegirtineke malê de hatibû binçavkirin, 6 rojan di bin çavan de mabû û piştre jî serdozgeriyê bi şertê kontrola edlî berda bû. Dadgehê niha jî ji bo Acar biryara neşopandinê da.    Di biryara neşopandinê ya Serdozgeriya Komarê de hat gotin ku axaftinên di telefona Bariş Ozcan de hatibûn peydakirin û bûbûn sedema lêpirsînê, li laboratuarê hatiye vekolandin û derket holê ku ev deng ne dengê Acar e. Dozgeriyê destnîşan kir ku ji bo Acar bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ bê darizandin, delîlên heyî bi têrî nakin û biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ da.