Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin? 2022-02-02 13:05:36   RIHA - Ferît Şenyaşar diyar kir ku ji bo wêneyê ambûlansê ku parçe bûye gazî wan kirine ku biçin îfadeyê û got: “Dozgerên ku gazî dayika min dikin biçe îfadeyê, çima îfadeyên wan kesên ambûlans parçe kirin nayên girtin?"   Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 331’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû nehat cihê çalakiyê û lawê wê Ferît Şenyaşar hat ber edliyê û nobedê girt.    'LI SÛCDARAN DOZÊ VENAKIN LÊ LI ME VEDIKIN’    Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê di roja 331'emîn de berdewam dike û ji bo dewlet destê wan ji vê têkoşîna wan bide berdan her cûre rêbazî bikar tîne. Şenyaşar da zanîn ku her hefte derbarê wan de dozek vedibe û ji bo doza dawî jî parvekirina wêneyê ambûlansê ku bi keviran hatiye parçekirin nîşan dane. Şenyaşar got: “Ji berk u me wêneyê ambûlansê di hundirê edliyê de daniye erdê, kirine sûc. Ji ber vê yekê îfadeya min û diya min girtin. Heke ev sûc be, em vî sûcî qebûl dikin. Em cezayê herî giran jî qebûl dikin. Ambûlansek cemaweriyê li nexweşxaneya dewletê tê parçekirin. Sûcê mirovahiyê pêk tê. DDozgerên ku gazî dayika min dikin biçe îfadeyê, çima îfadeyên wan kesên ambûlans parçe kirin nayên girtin? Bêhiqûqiyek li holê heye. Hiqûqa serdestan heye. Heta edalet bicih neyê, em ê dest ji nobeda xwe bernedin.”