Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin 2022-02-02 12:22:54   NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyeyê şevê din bi awayekî hemwext êrişî Şengal, Mexmûr û Dêrikê kir. Îro Cejna Çileya Zivistanê ya Êzdiyan bû û Tirkiyeyê şevê din zêdetirî 4 saetan Şengal bombebaran kir.    Hêzên artêşa Tirkiyeyê şevê din bi awayekî hemwext Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Dêrik a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Li gorî agahiyan, balafirên Tirkiyeyê zêdetirî 4 saet û nîvan bênavber bombe li Şengalê barandin. Tê payîn ku gelê Şengalê li Xanesorê kom bibe û YBŞ têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî bide.    GELEK DEVER HEDEF HATIN GIRTIN   Êrişa li dijî Şengalê şevê din saet di 22.00’an de dest pê kir û heta derengiya şevê jî bênavber domiya. Di êrişê de Çiyayê Şengalê û quntara çiyê, Mîna Amûd, Çilmêran, Geliyê Kersê, Bora, Kora Simoqiyan û xeteke dirêj a Bakurê Çiyayê Şengalê jî hedef hatin girtin. Balafirên artêşa tirk her wiha noqteyeke mûşterek a Xanesorê ku Foca 80’ê ya hêzên Heşdî Şebî lê dimînin jî bombebaran kir.   Heta niha jî nayê zanîn bê ka çend balafirên şer û balafirên bêmirov di êrişê de hatine bikaranîn. Tê gotin ku Fermandariya Giştî ya YBŞ/YJŞ’ê dê têkildarî encamên êrişê di demên pêş de daxuyaniyeke nivîskî bide.    DI CEJNÊ DE ÊZDÎ HEDEF GIRTIN   Weke ku tê zanîn îro Cejna Çileya Zivistanê ya Civaka Êzdî ye û xelkê êzdî ji duh ve dest bi  amadekariyan kiribûn. Balkêşe ku hemû êrişên Tirkiyeyê yên di demên dawî de, di rojên ji bo civaka êzdî pîroz de tên kirin.    HEVDÎTINA KAZIMÎ Û SEFÎRÊ TIRK   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi sedema êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Hesekê û hewldana revandina DAIŞ’iyên di girtîgehê de, çûbû ser sînorê di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê. Kazimî her wiha di dema vegerê de bi Sefîrê Tirk Alî Riza Gûney re civiya bû. Lê derheqê naverok û sedema hevdîtinê de tu agahî nehatibûn parvekirin.    ÊRIŞ PIŞTÎ CIVÎNA PKK’Ê PÊK HAT   Weke ku tê zanîn êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Hesekê têk çûbû û gelek kes vê êrişa Tirkiyeyê wek hewldana tolhildana DAIŞ’ê dinirxîne. Di heman demê de Komîteya Navendî ya PKK’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku bi beşdariya hemû endamên komîteyê û rêveberiya partiyê civîna salane lidarxistine û plansaziya têkoşînê ya sala nû derxistine. Balkêşe ku êrişa Tirkiyeyê piştî daxuyaniyê hat çêbû.    Meclisa Gel a Şengalê jî ji bo şermezarkirina êrişan bang li gel kir û tê payîn ku dê di saet 11.00’ê de li noqteya muşterek a Xanesorê daxuyanî bê dayîn.