Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin 2022-02-02 11:35:51   AMED – Di doza ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal ku bi awayekî negirtî tê darizandin de dozger ji bo amadekirina mutalaayê ji dadgehê dosya xwest.      Di çarçoveya lêpirsîna derheqê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) de, der barê parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Uysal bi awayekî negirtî tê darizandin û beşdarî danişînê nebû.    Serokê dadgehê belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin parve kir û da zanîn ku hinek axaftinên Uysal ên di bernameyên televîzyonan de bi kurdî kiribûn ji emniyetê re şandine da ku rapor bê amadekirin. Dadgehê diyar kir ku emniyetê rapora xwe amade kirye û ev rapor li dosyayê hatiye zêdekirin.    ÎTÎRAZA JI BO RAPORÊ   Parêzeran ji bo raporê îtîraz kirin û da zanîn ku hêzên emniyetê rapora xwe li gorî tawana li muwekîla wan tê kirin amade kiriye. Parêzeran xwest ku raporeke nû bê amadekirin.    Dozgeriyê jî ji bo amadekirina mutalaayê dosyaya dozê ji dadgehê xwest.    DÊ MUTALAA BÊ AMADEKIRIN   Dadgehê li ser daxwaza dozgeriyê, biryar da ku dosyayê bişîne dozgeriyê û danişîna dozê taloqî 27’ê gulanê kir.