Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin 2022-02-02 11:19:37 AMED - Danişîna doza endama Meclisa Şaredariya Erxenî Ceylan Aslan hat taloqkirin.    Endama Meclisa Şaredariya Erxenî Ceylan Aslan a HDP’yî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin. Danişîna doza Aslan li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Aslan beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Burhan Arta li danişînê bû. Arta xwest kêmasiyên hene werin temamkirin. Dadger jî biryara ku materyalên dîjîtal ên aydî Aslan werin lêkolînkirin, danişînê taloqî 18’ê gulanê kir.