Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da 2022-02-02 10:50:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtî Turgay Denîz ji ber nexweşîna tuberkulozê 12 sal bûn bi tûpê dijiya, nehat berdan û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.  Girtiyê nexweş Turgay Denîz (39) ê rewşa wî giran bû li Girtîgeha Metrîsê dihat girtin. Rewşa wî giran bû û rakirin Nexweşxaneya Yedîkuleyê. Denîz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ew ji navçeya Motkan a Bedlîsê ye û di sala 2018’an de tê girtin. Li gel ku Denîz 12 sal in bi nexweşîna tuberkulozê ketiye û bi tûp ve jiyana xwe didomand, nehat berdan.    AGAHÎ NEDANE MALBATÊ   Piştî salek girtî ma hat berdan. Denîz di sibata 2021’an de dîsa hat girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. 3 meh şûn ve sewqî Girtîgeha Bandirmayê kirin. Li ser daxwaza malbatê wî sewqî Girtîgeha Metrîsê kirin. Li gel ev 12 sal bûn nexweşîna giran lê peyda bûbû jî nehat berdan. Bêyî ku agahî bidin malbata wî mehek berê radikin nexweşxaneyê.    Denîz tê emeliyatkirin û rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe R3eveberiya girtîgehê li malbata wî digere û dibêje derbarê Denîz de biryara berdanê hatiye dayîn û li nexweşxaneyê tedawiya wî didome.    ‘ŞANSÊ WÎ NEMAYE’   Birayê Denîz, Bawer Denîz ji Rojnameya Evrenselê re axivî û diyar kir ku girtîgehê agahiya ku kekê wî rakirine nexweşxaneyê nedaye wan û got: “Piştî ku nexweşxaneyê got ‘şansê wî nemaye’ girtîgeh radibe li me digere. Em bi kêfxweşî çûn nexweşxaneyê û me digot em ê wî bibin malê. Lê rewşa wî giran bûye, me nedizanibû.”    ‘BI ZANEBÛN WÎ KUŞTIN’    Bawer Denîz da zanîn ku kekê wî 20 sal berê emeliyat bûye û wiha got: “Rewşa wî dihat zanîn. Cezayek wî hatibû teqezkirin jî nebû. Di sala 2018’an de girtin, pişt re berdan. Em hinek rehet bûn, me digot em ê tedawiya wî bikin. Li derve bû jî rehetî nedidanê, gef lê dihat xwarin. Lê dîsa jî li derve bû. Girtin û wî sirgûn kirin. Wextê wî sirgûnî Girtîgeha Bandirmayê kiribûn, ji dayikan min re gotibû, ‘bi zanebûn min dişînin mirinê’. Wisa jî kirin. Doktor duh li me geriyan gotin ‘werin wî cara dawî bibînin’. Enfeksiyon li her cihê laşê wî belav bûbû. Kekê min Turgay bi zanebûn wî kuştin.”    DI LÎSTEYÊ DE BÛ    Turgay Denîz di nava lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ku ji 38 kesan pêk tên û divê bi lez bihatana berdan cih digirt.