Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir 2022-02-01 19:02:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan, ji bo demildest rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku tevbigere.  Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan, ji bo demildest rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku tevbigere. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê bi boneya salvegera 15 Sibatê Komploya Navdewletî hin çalakî bên lidarxistin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan karibe rola xwe ya di çareserkirina meseleya kurdî de bilîze azadiya wî ya fizîkî bivê nevê ye. Hat diyarkirin ku tevgera azadiyê ya bi rêberiya Ocalan ji bo kurdên li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û dîasporayê bûye îlham û ev tişt hatin gotin: "Abdullah Ocalan bi pêşniyarên xwe yên rênîşander bû rêberê gelê kurd. Bîr û baweriya wî ya israrker a di têkoşîna gelê kurd de, tevgera herî vîndar a jinan a cîhanê afirand."    Di daxuyaniyê de hewldanên tasfiyeker ên Tirkiyeyê jî hatin destnîşankirin û ev tişt hatin gotin: "Dewleta tirk a ku nikare vîna gelê kurd bişikîne, NATO'yê jî daxilî nav vê kir û dixwaze tevgera gelê kurd bieciqîne. Dewleta Tirk ku 100 sal in hewl dide bi zext û çewisandinên xwe gelê kurd bêdeng bike. Bi rejîma Erdogan û alîkariya NATO'yê Abdullah Ocalan tecrîd dike û bi vî awayî dixwaze mafê xwe bi xwe diyarkirina çarenivîsa xwe ya gelê kurd asteng dike."   Di daxuyaniyê de hatiye bilêvkirin ku Ocalan ji bo meseleya kurdî bi awayekî aştiyane çareser bike di Cotmeha 1998'an de ji Şamê derketiye û ji bo balê bikişîne ser rewşa gelê kurd berê xwe daye Ewropayê. Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatine destnîşankirina: "Tu dewletên Ewropayê mafê mayinê nedan Ocalan û Ocalan ji bêgavî ji Ewropayê derket. Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navdewletî hat revandin û ew birin Kenyayê û paşê li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê ya dewleta tirk hat dîlgirtin."    Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatine gotin: "Abdullah Ocalan nêzî 23 sal in tê tecrîdkirin. Mafê wî yê pêwendîdanînê bi her awayî tên astengkirin û bi awayekî hovane tê cezakirin. Parêzerên wî di sala 2021'ê de 171 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê ji van serlêdanan 20 jê bi biryara dadgehê bi hinceta 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê hatin redkirin û 151 serlêdan jî nehatin bersivandin. Di heman salê de jî malbatê û wasî ji bo hevdîtinê 55 serlêdan kirine lê yek jê jî esas nehatiye girtin.    Pergala Îmraliyê pergaleke kêfî ye. Şert û mercên Ocalan tê de ne hem dijî hiqûqa tirk e, hem jî dijî hiqûqa navdewletî ye.    Berpirsê vê rewşê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê û Konseya Ewropayê (CPT) ye. Tirkiye endamekî Konseya Ewropayê ye û peymana ku CPT'yê bi dehan sal berê çêkiriye pesend kiriye."   Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dê di salvegera 15'ê Sibatê Komploya Navdewletî de li qadên cur bi cur, di qada dîplomatîk de hin xebat bên kirin û di plaformên medyaya dîjîtal de jî bertek bên nîşandin û ev tişt hatine gotin: "Ji bo polîtîkaya tecrîdê bi dawî bibe em ê bang bikin û em ê doza azadiya Ocalan bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û ji bo hiqûqa navdewletî tevbigere em bang dikin.    Em ê ji 1'ê Sibatê heya 15'ê sibatê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em bang li her kesî dikin tevli van çalakiyan bibin û tevbigerin û bi taybetî em bang dikin ku di arîfeya komploya 15'ê Sibatê de her kes bi awayekî çalak tevli kampanyaya hastagê bibe.    Her wiha em bang li her kesî û tevahiya saziyên civaka sivîl dikin ku li dijî vê bêedaletiyê, ji bo piştevaniya bi Ocalan û gelê kurd re bi rêya e-postayê pêwendiyê bi CPT û Konseya Ewropayê re deynin û van daxwazên me yên li jê rê berbelav bikin:    *Demildest divê destûr bê dayîn ku parêzer û malbat karibin biçin hevdîtinê bi ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re bikin û demildest tecrîd bê rakirin.    *Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî demildest mueyîdeyan deynin ser Tirkiyeyê. Ji lew re rejîma binçavkirinê û pêkanînên wê yên heyî yên dewleta tirk dijî Pîvanên Nelson Mandela yên NY'yê ne.    *Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, demildest divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan zorê bide Tirkiyeyê û gavine siyasî bavêje."