Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê! 2022-02-01 16:40:45 ENQERE - Kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer bi hêceta “ewlehiyê” ji CÎMER’ê daxwaz kiriye ku danişîn sewqî Kayseriyê were kirin. Li ser vê yekê Wezareta Dadê ket tevgerê.  Hat zanîn ku kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer bi riya parêzerê xwe serî li Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) daye.    CÎMER WEZARETÊ XIST TEVGERÊ    Kujer Onur Gencer bi riya parêzerê xwe bi hêceta “ewlehiyê” daxwaz kiriye ku danişîna dozê sewqî Kayseriyê were kirin. Li ser daxwaza kujer Gencer, CÎMER’ê jî Wezareta Dadê xist tevgerê.    WEZARET JI SERDOZGERIYÊ NÊRÎN XWEST    Wezareta Dadê nivîs ji Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê re şand. Wezaretê ji Serdozgeriyê û Walîtiya Îzmîrê nêrîna derbarê ka “qelsiya ewlehiyê” heye an na xwest. Wezaretê xwest ku ev agahî bi wan bê gihandin. Heta niha ne serdozgeriyê û ne jî walîtiyê nêrîna xwe ji Wezaretê re ranegihandiye.    ÇI BÛBÛ?   Kujer Onur Gencer di 17’ê Hezîrana 2021’an de bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê ve girtibû û êrişa çekdarî pêk anîbû. Kujer di êrişê de endam û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz gulebaran kiribû û ew qetil kiribû. Kujer ji vê qetlîamê girtî tê darizandin û heta niha du caran hatiye dadgehkirin.