Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan 2022-02-01 16:02:52 AMED - Malbatên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin, bertek nîşanî astengkirina daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş dan.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan hatiye taloqkirin dane destpêkirin, di roja 78’emîn de berdewam kir. Malbat îro beşdarî daxuyaniya ji bo girtiyan a li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D ku hat astengkirin bûn. Malbat pişt re hatin avahiya Baroya Amedê û nobeda xwe domandin.    Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan bertek nîşan astengkirina daxuyaniya li ber girtîgehê ya ji aliyê polîsan ve pêk hat da û got: “Destûrê didin her cûre çalakî û şahiyê. Lê destûrê nadin çalakiyên ji bo girtyan. Hêj du cenazeyek ji girtîgehê derket. Ewladên me nexweş in. Ciwanê min bi tenê dibin nexweşxaneyê û bi mehan e bi tena serê xwe ye. Êdî bes e. Bila cenaze ji hepsan dernekevin. Bila çareseriyek were dîtin.”    Hesîna Guler a ku hevjîn û lawê wê girtî ne jî got: “Hevjînê min extiyar e û girtiyek nexweş e. Wê heta kengê girtî bimîne? Em dixwazin girtiyên nexweş werin berdan û bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin.”